• DOLAR 32.519
  • EURO 34.814
  • ALTIN 2425.856
  • ...
Erdogan ji Putînî re mektûba 'em xemgîn in' şand
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin Serokwezîr Erdogan di nameya ku ji Serokê Dewleta Rûsyayê re şand de diyar kir “Me tu car qesta balafira Federasyona Rûsyayê nekir û ev xwesteka me jî tunebû.’

Erdogan di mektûbê de her wiha di derbarê mijarê de wiha destnîşan kir: “Me digel temamê rîskan naaşa wî pîlotê Rûsî ji destê muxalifên Sûrî wergirt û me wî anî Tirkiyê.Ji bo pîlotê Rûsî temamê prosedurên dînî û eskerî hatin kirin.”

Erdogan di dawiya nameya xwe de wiha ragihand: “Ez cardin ji malbata wî pîlotê ku jiyana xwe ji dest daye re serxweşiyên xwe tînim ziman û ez êşên wan di dilên xwe de dijîm.”

Di sîteyên ku nêzî Rûsyayê de ne hat ragihandin Erdogan wisa gotiye “Ez cardin ji malbata wî pîlotê ku jiyana xwe ji dest daye re serxweşiyên xwe tînim ziman û ez lêborînê dixwazim.”(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir