• DOLAR 32.585
  • EURO 34.654
  • ALTIN 2528.06
  • ...
Zilma PKKê ya li Gêra Cafer û berxwedana destanî-3
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Nîştecihên Gêra Cafer ên ku di salên 90î de li rasta zilma PKKê ya li bajêr û gundan hatibûn û bûbûn şahidê qetlîama  PKKê wan salên ku bi zilmên PKK borîbûn hêj tînin ziman.

Carinan di kemînan de carinan bi mayînan gundiyên bêsûc û bê guneh ji teref PKKê ve hatin qetilkirin.Her wiha roj hat carinan pîrek û zarok jî bûn hedefa PKKyiyan .Ew rojên bi keser û kovan nayên jibîrkirin.

Mihemed Elî Tokdemîr hêj 15 saliya xwe bûbû hedefa PKKê. Bavê wî Hecî Evdirehman zilmên ku ewan, wan salan jiyanê ji ÎLKHAyê re anî ziman.

Mihemed Elî Tokdemîr hêj 15 salî xortek nazenîn û ciwan bû, ji ber ku hînî xwendinê bûbû xwe weqfî tehsîla ilmê kiribû.Wextê xwe exlebe di camiyê de diborand.Heta carinan li mizgeftê radiza.Mizgeft mala wî bû, her tim dixwast tiştinan nû hîn bibe.Heta melayê mizgeftê jî lê şaş mabû.Her tim dixwast bixwîne û bibe alim û dîsa her tim dixwast ku rêya heqiyê û ya rast nîşanî însanan bide.

Tokdemîr di sala 1995an de nexweş ket û diviyabû wî rakiribana nexweşxanê.Di wan deman de li navçê tenê çend traktor hebûn.Yekî çû navçê û traktorê anî.PKKyiyên ku bi vê yekê hisiyan plana xaîn kirin dewrê.Traktor çû gund Mihemed Elî anî û kete rê.Lê PKKyiyan di rêya gund de mayîn danîn.Traktora ku pêl mayînê kir.Digel pêlkirina mayînê Mihemed Eliyê 15 salî û Beşîr Ulaş û Selîm orhan jî şehîd bûn.

 “PKK rêxistineke wiha ye ku ji mirovatîyê bêpar maye”

Bav Hecî Evdirehman wan salên bi derd û kul bi şikleke kelegirî wisa anî ziman: “Lawê min telebeyekî mizgeftê bû.Pir zêde ji tahsîlkrina ilmê hez dikir.Ew qas hez dikir ku carinan li mizgeftê radiza.Kêngî bi dêya xwe re diaxivî xwesteka xwe ya şehadetê dianî ziman.Nexwşiya lawê min hebû.Ji bo bê tedawîkirinê pêwîst bû me wî biribana Kerboranê.Em ketne rê. Hevalekî min me dît û ji min re got ku ‘ lawê te nexweş e ew nikare bimeşî, tu bisekine ez traktorê bînim.’Bi vî awayî traktorek ji me re bi rê kirin.Dû re me berê da navçê.PKKyiyên ku bihîstibûn em ê biçin navçê di rê de mayîn bi cî kiribûn.Dema ku em ji wir derbas bûn mayîn teqandin.Di teqînê de lawê min,  hevalê me yê şofêr  şehîd bûn û ez jî seqet mam.Hevalên me yên din jî birîndar bûn.PKK rêxistineke wisa ye ku ji însanetîyê bê par maye.Zarok, pîrek û pîr kî hate berê wan qetil kir.”

 “Me tu car serî li ber PKKê netewand”

Hecî Evdirehman di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew li vî gundî hatine dinyayê û li vê derê mezin bûne û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Rêxistina murted hewil dide me bikşîne terefa xwe û zarokên me jî bibe serê çiyan.Me ji wan re got ku em Misliman in û ev teklîfa we li dijî Îslamê ye.Me bi vî awayî teklîfa wan red kir.Me tu car mal û canê xwe di rêya wan de feda nekir û me heta îro mucadeleya xwe domand.Piştî ku ev bûyer pêk hatin re PKK dest bi êrîşan kir.Gelek dost û hogir, bira û naskirî di oxira vê dawê de şehîd bûn.Rebbê me, me ji wan û fikrên wan dûr bike.Heger ku ew ê ew islah bibin Xweda wan islah bike û heger ku islah nebin Xweda wan qehr û perîşan bike.”

Di di sala 1996an de li ser rêya gund mayîn bicîkirin û dema ku mayîn înfîlak kir 5 masûm şehîd bûn

Dema ku sal dibe 1996 kesên PKKyî kemînê li ser rêya Gêra Cafer dideynin û bi çekên lûle dirêj êrîş dibin li ser gundiyên ku dihatin bi ber gund ve. Di kemîna ku di nava pez de hatibû danîn de Beşîr Tokdemîr, Mahmut Kaya, Hasan Orhan, Huseyîn Orhan û Remezan Orhan hatin qetilkirin.

 “Bavê me, min û birayên min ên din ji bo tahsîlkirina ilmê şand medresê”

Hecî Mihemed Tokdemîr jî di wê êrîşê de bavê xwe yê bi navê Beşîr Tokdemîr winda kiribû.Hecî Mihemed di derbarê bavê xwe de wisa axivî: “Ji roja ku min bavê xwe nas kiriye ve ez dizanim ku bavê min mirovekî dîndar e.Çi wextî di naveyna gundiyan de nexweşiyek derdiket hema bi lez dibû navbeynkar.Min û birayên min ên din ji bo tahsîla ilmê şand medresê.Wextê xwe exlebe li mizgeftê bo xortan re derbas dikir.Bavê min carekê dema ku çûbû Sûsayê li wê derê dia kiribû şehîdiyê temenî kiribû.Di pey wan diayan de wexteke zêde derbas nebû ku diayên wî qebûl bûn û  ew gihaşte şehadetê.”

 “Xwestin ku ji gundîyan xerec berhev bikin”

Tokdemîr di berdewama axavtina xwe de  diyar kir PKK di sala 1990an de zextan li muxtar kiriye da ku ji gundîyan xerec berhev bike û wiha li axavtina xwe zêde kir: “PKKyiyan di sala 1991an de cardin hatin gund û di ser mala muxtar de girtin û jê xwestin ku ji gundîyan xerecê berhev bike.Muxtarê gundê me ji wan re got ku rewşa gundîyan nebaş e û ji ber vê yekê jî li xurbetê dixebitin.Bi vî awayî muxtar xwesteka wan red kir.PKKyî piştî 15 rojan cardin hatin gund û pirsa xerecê ji muxtar kirin.Wî jî got ‘Min hêj wextê ku hûn nû hatin ji wê re bersiv dabû.’Dema ku muxtar wisa got yekî PKKyî bi qundaxa çekê wî birîndar kir.Mixtar jî bersiva wan da û qîl û qal derket.Ji ber qîl û qalê Mela Evdirehman hat bi muxtar ve û ji wan pirs kir çima zilmê li muxtar dikin.Mîlîtanek jê re got ku ‘Ma Mela Evdirehman tu yî?’ Mela Evdirehman jî bersiva wan da.Dema ku ji wan re got belê yekî ber çek da wî di nav xwe de got in em wî bibin an nebin?Di wê navberê de muxtar jî mudaxeleyî wan kir û nehişt ku wî bibin.Bi vî awayî ji wir veqetîyan.”


“Melayên ku heqîqetê digotin qetilkirin”

Tokdemîr qala Mela Abdurrehman kir ku PKK çawa wî qetil kiriye. Tokdemîr wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dûvre Mela Abdurrehman ji bo ku melatî bike çûn gundê ku cîranê me ye. Piştî ku ew çû gund PKKyiyan wî teqîb dikirin. Rojekê Mela ji bo nimêja îşayê dema ku di mizgeftê de bû PKKyî di ser mala wan de girtin û ji pîreka wî re gotine ‘mela li kû ye’. Pîştî ku pîreka mela gotiye ew çûye mizgeftê ew çûn mela di rê de girtin. Li wir ji mela re dibêjin; ‘Gelo tu dê hêj bibêjî Xweda heq e’. Mela jî wek bersiv dibêje; ‘Ez mela me. Tabî ez dê bibêjim.’Pîştî vê gotinê PKKyî bi gulekî li serê wî dixin û li wir mela şehîd dikeve.”

“Di davikê de bavê min û 4 hevalên wî hatin şehîdkirin”

Haci Mehmet Tokdemîr qala bavê xwe kir ku çawa wî şehîd kirine. Dûvre wiha dawî li axavtina xwe anî: “Bavê min û 4 hevalên wî ji bo teblîxê bikin çûn Gundê Mehîna. PKKyiyên ku bihîstine ev çûnê wê gundê di rê de davik vedidin û li benda wan dimînin. Li Gundê Çavuşliya ku nêzê Gundê Mehîna ye bavê min û 4 hevalên wî tên şehîdkirin.”

 “Ji ber ku em dîndar bû li navçeyê tu kes xwarin nedida me”

Mehmet Emîn Orhanê ku di davika PKKyiyan de 2 birayên xwe ji dest daye wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em 4 bira bûn. Hesen û Huseyîn di davika PKKê de şehîd bûn. Ew çûbûn gundekî aliyê Gundê Mehîna. Dema ku ji gund derdikevin ji teref PKKê ve tên şehîdkirin. Ew pir baş bûn. Tu kes ji wan gilîdar nebû. Ew wêrek bûn û tu wek serê xwe li ber zilmê netewandin. Xweda heqê me ji zaliman re nehêle. Dema ku ew şehîd bûn yekî ji wan 35 û yê din jî 39 salî bûn. Ew di meha Gulanê de şehîd ketin. Me ji malbata me 4 şehîd dan.”

“Tekoşîna me bes ji bo doza Îslamê ye”

Ji nişteciyên Gundê Gêra Caferê Îsmaîl Tokdemîr jî di derbarê salên 90an de wiha axivî: “Sedema dana van şehîdan ew e ku em bi PKKê re nebûn dost. Dema ku ev di herêmê de derketin holê hatin gundê me û ji me xerec xwestin. Ji me xwestin ku em kur û qîzên xwe bişînin serê çiyê. Me jî ji wan re digot; ‘ev doz, doza Kurdan.’ Dema ku me ji wan re got em dê bi rêxistinekê wiha re hereket nekin wan êrîşê li me kirin. Mela Abdurrehmanê şehîd kirin. Tekoşîna me bes ji bo doza Îslamê ye.” (ÎLKHA)

Dê bidome…























Bu haberler de ilginizi çekebilir