• DOLAR 32.513
  • EURO 34.603
  • ALTIN 2501.1
  • ...
Serokwezîr Yildirim di derbarê têkiliyên Tirkiye-Îsraîlê de daxuyanî da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Têkiliyên Tirkiye-Îsraîlê piştî ku Sîyonîst Îsraîl di Gulana sala 2010an de êrîşê Keştiya Mavî Marmarayê kiribû û di encama êrîşê de 9 Misliman şehîd bûbûn xirab bûbû. Doh li Romayê di encama mizakereyên ku hat kirin de her du dewlet li hev hatin.

Serokwezîr Bînalî Yildirim di derbarê mutabakata ku bi Îsraîlê re hat kirin de niştinekî çapemeniyê li dar xist. Yildirim qonaxa herî dawî ya bi Îsraîlê re wiha nirxand: “Çawa em hatin vî noqtê, divê were zanîn. Me tekiliyên xwe yên bi Îsraîlê re piştî êrîşa ku di 31ê Gulana 2010an de ji teref Îsraîlê ve li Keştiya Mavî Marmarayê hat kirin dabû sekinandin. Birêz Netenyahu li Serokkomar Erdogan geriyabû û uzr xwestibû. Ev ji bo ku têkilî sererast bibe gava herî ewil bû. Lê şert û mercên Tirkiyê bes uzr xwestin nebû. Şertekê me ya din jî ew bû ku embargoya li ser Flîstînê were rakirin û beriya pererazandinê ya ji bo wir were rakirin. Şertekê din jî ew bû ku ji bo kesên ku di encama êrîşê de jiyana xwe ji dest dabûn tezmînat were dayîn.”

Yildirim diyar kir ku dê Îsraîl ji bo kesên ku di êrîşa Keştiya Mavî Marmarayê de jiyana xwe ji dest dabûn 20 milyon dolar tezmînat bide. Yildirim di derbarê alîkariyên ku dê li Xezeyê werekirin de jî axivî. Yildirim wiha ragihand: “Di serî de herêma Xezeyê; dê dest bi ihtîyaciya av û ceyranê were kirin. Mijarekê din jî ew e ku Nexweşxaneya Dostitîya Flîstîn-Tirkiyê têkeve fealiyetê. Li Xezeyê beriya projeya avahiyê ya TOKÎyê jî vedibe. Ji bo ku herêma pîşesaziyê were bilezkirin em lihev hatin.”

Netenyahu: Dê dorpêçkirina ji behrê ya Xezeyê bidome

Her wiha di heman saetê de Serokwezîrê rejîma terorê ya Sîtonîst Îsraîlê Benyamîn Netenyahu di derbarê mijarê de daxuyanî da. Netenyahu wiha diyar kir: “Başbûna derfetên gelê Xezê ji me re jî baş e. Piştî lihevhatina me ya bi Îsraîlê re dê dorpêçkirina ji behrê ya Xezeyê bidome.” (ÎLKHA)


 



Bu haberler de ilginizi çekebilir