• DOLAR 32.576
  • EURO 35.022
  • ALTIN 2423.941
  • ...
Xortên Farqînî li Mizgefta Sûsayê têketin îtîkafê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Suneta îtîkafê ya ku di nava civakê de gihaştiye asta jibîrkirinê ji teref komek xortê Farqînî ve bi şikleke xweş tê îhyakirin.Komek xortê Farqînî  li Mizgefta Sûsayê ji bo sunneta îtîkafê îhya bikin têketin îtîkafê.Her weke ku wê bê bîran Mizgefta Sûsayê ew Mizgeft e ku di 26ê Hezîrana sala 1992yan de 10 Mislimanên nazenîn ji teref PKKê ve lê hatibûn şehîdkirin.

Ji xortan ê bi navê Ayetullah Îlayîz di derbarê mijarê de diyar kir ew di salvegera şehadeta şehîdên Sûsayê de têketine îtîkafê û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Me ji bo 10 Mislimanê ku li vê derê hatine şehîdkirin ji bîr nekin û ji bo nedin jibîrkirin li vê derê ketne îtîkafê.Rêya kekên me yên ku di vê mizgeftê de şehîd bûn rêya Qur’an û Resûlullah bû.Em ê jî rêya wan bişopînin.”

Xortên Farqînî yên ku di Mizgefta Sûsayê de ketne îtîkafê wextê xwe bi xwendina Qur’anê, kirine nimêj û diayan û her wiha îstîşareya mijarên Îslamî diborînin û bi vî awayî hewil didin sunneta îtîkafê îdrak bikin.(ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir