• DOLAR 32.484
  • EURO 34.784
  • ALTIN 2472.542
  • ...
Xelkê Mehsertê piştî êrîşa PKKê hewil dide birînên xwe bipêçe
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Her weke ku tê zanîn doh li navçeya Mehserta Mêrdînê di derdora seat 20.30an de PKKyiyan bi wesayîta bombebarkirî êrîşî qereqolê kirin.Di êrîşa ku hat kirin de gelek mal û dikan zirar dîtin.Xelkê ku ji ber êrîşê zirar dîtibûn hewil dide birînên xwe bipêçe.

Şahidê bûyerê ji ÎLKHAyê re axivî

Kesê bi navê Abdulhalîm Selvî yê ku ji bûyerê re bûbû şahid di derbarê bûyerê de wiha axivî: “Me hê nû rojiya xwe vekiribû ku ji nişka ve teqîneke mezin pêk hat. Dema ku min xwe avêt devê derî min dît ku li ber qereqolê agirek pêketîye û duman derdikeve.Dema ku ez çûm wê derê min dît ku 2 şifêrê qamyonê li erdê dirêjkirî ne.Yek ji wan mirî bû.Di vê meha mibarek de hizûr ji me re nehiştin.Ji ber ku Mehsertê navçeyeke bi hizûr e vê bûyerê li vê derê kirin.Hûn halê me dibînin.Di mal û kargehên me de zirar pêk hat.Em ne terefdarê vê bûyerê ne.Ev êrîş ne li gor exlaqa xelkê navçeya me ye.Em vê bûyerê şermezar dikin û heta ku ji destê me bê em ê destûrê nedin bûyerên mîna vê.”

 “Min qey got qiyamet rabû”

Kesê bi navê Nesîr Taş jî di derbarê mijarê de diyar kir di êrîşê de zarok û pîrek jî birîndar bûne û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Doh êvarî di derdora seat 20.00an de bû me fitara xwe vekiribû ku teqîneke mezin pêk hat.Dû re bû hawar hawar û feryad   û fîxan.Em nizanibûn çi bikin.Zarok û pîrek birîndar bûn, camên şibakayan şikestin û eşyayên di malan de zirar dîtin.”

Kesa bi navê Sultan Ataç a ku di êrîşê de hevser û lawê wê birîndar bûbû di derbarê mijarê de wiha axivî: “Me li balqonê fitara xwe vekiribû û em hêj li ser sifrê bûn ku teqînek mezin pêk hat.Lawê min devê derî bû.Zilamê min û lawê min birîndar bûn.Weke ku qiyamet rabû, lewra temamê caman li ser me de hatin.Piyê lawê min pîs birîndar bû û zilamê min jî ji milê xwe birîndar bû.Her duyan jî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê.”

 “Rebbê min heqê me ji wan re nehêle”

Ataç di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew di vê meha Remezanê de perîşan bûn û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Temamê eşyayê me ketne çi halî, çi sûcê me hebû? Di vê meha Remezanê ya mibarek de çi ji me dixwazin, di wextê fitarê de vê yekê anîn serê me, me perîşan kirin. Xweda jî wan  perîşan bike.Me çi ji wan kiribû ku van tiştan anîn serê me.Di van rojên ku em lê nêzî îdê bûne de zarokên me birîndar kirin.Rebbê min heqê me ji wan re nehêle.”

 “Em van bûyeran teswîp nakin”

Beşîr Temîz jî di axavtina xwe ya ku kir de diyar kir qîza wî ya bi navê Fatma di êrîşê de birîndar bûye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Digel teqînê temamê caman di ser me de hatin xwarê, me fêm nekir çi pêk hat.Camên ku şikiyan ketin nava xwarinê.Qîza min birîndar bû.Em van bûyeran qet teswîp nakin.Ji millet re hizûr nehiştin.Êdî însan di mala xwe bi xwe de jî nikare rihet rûne.Ajokarê TIRê di pey nanê zarokên xwe de diçû ku wî jî kuştin.Heqê tu kesî ji vê yekê re nîne.Ka binêrin millet ketiye çi halî, millet perîşan bûye.Qîza min hêj bi xwe ve nehatiye.”(ÎLKHA)


 

































Bu haberler de ilginizi çekebilir