Li Agiriyê lêhî: 4 kes birîndar bûn
Li navçeya Hamura Agiriyê di lêhiya ku rabû de 4 kes birîndar bûn û gelek heywan jî telef bûn.
Hat ragihandin li navçeya Hamura Agiriyê piştî barana ku bariya lêhî rabû.Di lêhiya ku rabû de 4 kes birîndar bûn û gelek heywan jî telef bûn.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin doh êvarî ji ber barana ku bariya li gundên Aksu, Seslîdogan û Nallikonakê bû sedema lêhiyê.Di lêhiya ku rabû de gelek mal di bin avê de man û gelek mal jî ji lêjiyê zirar dîtin.Li gor ku hatiye ragihandin ji ber lêhiyê 4 kes birîndar bûn û gelek zêde dewar jî telef bûn.,
Piştî bobeleta ku pêk hat re yekîneyên şaredarî, AFAD û DSÎyê xebat dan destpêkirin.(ÎLKHA)