• DOLAR 32.57
  • EURO 34.96
  • ALTIN 2427.2
  • ...
Hûrgiliyên êrîşa Mehsertê derdikevin holê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Her weke ku tê zanîn doh êvarî di derdora seat 20.30an de li navçeya Mehserta Mêrdînê bi qamyoneta bombebarkirî êrîş li qereqolê hatibû kirin.Hûrgiliyên vê êrîşê derdikevin holê.Di êrîşa ku doh êvarî hatibû kirin de ajokarê TIReke ku ji cihê bûyerê derbas dibû jiyana xwe ji dest dabû û 3 jê esker tevde 12 siwîl jî birîndar bûbûn.

Navê kesên ku mirine û birîndar bûne

Hat ragihandin navê ajokarê TIRê Xelîl Îbrahîm Sevîmlî ye û eslê xwe Rihayî ye, her wiha navê kesên  birîndar jî bi vî awayî hatin destnîşankirin: Bîrkan Taş (2), Zahra Yılmaz (2), Bunyamîn Taş (8), M. Alî Ataç (14), Elîf Arslan (20), Derya Taş (26), Ebru Ertugrul (32),  Nurcan Yilmaz (36), Şikrî Ataç (37), Gulseren Arslan (48) û Yucel Mîllî (56)"

Rêbej ji trafîkê re hat girtin

Ji ber tesîra teqîna ku pêk hat di rêbejê de çalek vebû û rêbeja Mehsert û Midyadê hat girtin.Her wiha ji ber tesîra teqînê di avahiyên cendirmeyan û yên derdorê de xisar pêk hat.

Hat hînbûn rewşa kesên ku birîndar bûne a niha baş e.(ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir