Li Dêrikê pevçûn: 2 esker jiyana xwe ji dest dan
Li navçeya Dêrika Mêrdînê di pevçûna ku derket de 2 esker jiyana xwe ji dest dan.
Kesên PKKyî li navçeya Dêrika Mêrdînê êrîş birin li ser Qereqola Cendirmeyan a Sogukkayayê.Dema ku pevçûn berdewam dikir kemîn li ber eskerên ku ji bo piştgiriyê dihatin qereqolê hat danîn.
Di êrîşa ku hat kirin de çawişekî pîspor û binefserk jiyana xwe ji dest dan.
Li heremê operasyon hat destpêkirin.(ÎLKHA)