• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Li Lîceya ku navenda PKK û tiryakê ye çi diqewime
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Piştî hilbijartina giştî ya 7ê Hezîrana 2015an li herêmê pêvajoya şerê dest pê kir û bi vî yekê re gelê Kurd pir mexdûr bû. Piştî şerê nav bajaran ev şer di çolwarê de jî dest pê kir.

Piştî ku li nav bajaran di kûçe û kolanan de mal û avahî hatin texrîbkirin û mîrasên dîrokê zirarê dîtin şerê li bajaran qismen jî bibe sekiniye. Piştî vê yekê şer di çolwarê de berfireh dibe.

Ew herêmên ku wek ‘herêmên ewledarî’ tên îlankirin didenîşan dan ku dê operasyon werin berfirehkirin

Di van rojên dawî de operasyonên ku di çolwarên navçeyên Lîce, Pasûr, Hazro, Karaz û Hênêya Diyarbekirê û li çiyayên Tendûrekê yên ku herêma Wan û Agiriyê jî din av xwe de dihewîne de tên lidarxistin bala mirov dikêşîne. Ev yek jî dide nîşandan ku dê di çolwarê de operasyon werin berfirehtirkirin.

Diltirsiya malbatan ên di derbarê zarokên wan de zêdetir bû

Ji ber van bûyerên ku li herêmê diqewimin gelê herêmê gelek mexdûr bû û hat şerpezekirin. Ji 100 hezar kesan zêdetir mal û warên xwe terk kirin. Di hinekî navendan de binesazî ser û bin bûn. Gel îflas kir û bi van bûyeran zirarê gelek mezin dan perwerdehiyê. Diltirsiya malbatan ên di derbarê zarokên wan de zêdetir bû.

Ji ber êrîşên ku wek bombeyî di nav bajaran de hatin lidarxistin bû sedema trawmayên nû

Piştî ku şer û pevçûnên din av bajaran de kêm bûn û qedexeya derketina derve hatin berfirehkirin gel kêmî hêvîdar bû. Lê dûvre di nav bajaran de êrîşên bombeyî bi wesayîtan hatin lidarxistin.

Gelê ku di salên 90an de koç kiribûn dîsa ditirsin ku dê heman aqîbet were serê wan

Însanên ku di nav bajaran de ev salek e ku mexdûr û şerpeze bûne niha jî ji ber ku operasyon berê xwe daye çolwarê gel ditirse. Gundî naxwazin ku ew jî wekê bajariyan mexdûr bibin. Gelê ku di salên 90an de koç kiribûn dîsa ditirsin ku dê heman aqîbet were serê wan. Gelê ku di gundan de dijî ditirse aqîbeta ku hatiiye serê bajarvanan jî were serê wan.

 “Heta çekan bin ax nekin dê operasyon bidome”

Piştî ku dawî li operasyonên di nav bajaran de hat div an rojên dawî de yekîneyên leşkerî berê xwe dane çolwaran. Ev yek jî pir bala mirov dikêşîne. Her wiha Serokkomar Recep Tayyîp jî di derbarê mijarê wiha ragihand: “Heta çekan bin ax nekin dê operasyon bidome.”

Lîceya ku ku navenda PKK û tiryakê ye wek navend derdikeve pêş

Di derên ku operasyon tên lidarxistin de dera herî balkêş navçeya Lîceya Diyarbekirê ye. Di Lîceyê de ji aliyekî ve zeviyên tiryakê û ji aliyekî din ve jî qampên PKKê hene.

Li çolwara Lîceyê de gelek kampên PKKê hene. Her wiha tê zanîn ku qampên bi navê Mezra Miho û Rîza ku girêdayê navçeya Ginca Çewlîgê ye ji salên 80yên pê ve wek aktîf tê bikaranîn.

Di qampên PKKê de petina nanê bi firinên ku di senayiyan de tên bikaranîn pêk tê

Gor agahiyên hatine bidestxistin di qampên hawîrdor de ji ber ku di nav daristanê de ye ev çendîn sal e ku hebûna xwe didomîne. Her wiha di dabaş qampan de petina nanê bi firinên ku di senayiyan de tên bikaranîn pêk tê. Erzaq û xurekên ji bo kampê jî ya bi minibusên gunduyan an jî ji teref kesên ku endamê rêxistinê ne ve tê temînkirin. Ji çavkaniyên mehelî hat ragihandin ku carinan jî partiyên nêzê rêxistinê diçin wir.

Şerê di nav bajaran de ji teref qampên Lîceyê ve tên tertîbkirin

Çavkaniyan dest nîşan kirin kesên ku di van qampan de wek rêvebir disekinin rasterast destûrê ji Qandîlê distînin. Her wiha hat diyarkirin ku di dema şeran de ev kesên wezîfedar diçin derên pevçûnê û li wir şer û pevçûnan koordîne dikin.

PKKyî di gundên hawîrdor de zextê li gel dikin

Çavkaniyan diyar kirin PKKyiyên ku di qampê de disekinin xwe wekê gundiyan didin nîşandan û diçin gund propexendeya PKKê dikin. Gel çawa dixwaze wan wisa koordîne dikin û zextê li wan dikin. Bi taybet PKKyî di dewra hilbijartinê de kesên ku rey nade HDP/DBPê zextê li gelê gundên hawîrdor dikin.

Tê ragihandin ku heta îro operasyon li qampa Mezra Miho nehatiye kirin

Çavkaniyên mehelî diyar kirin li Mezra Mihoya girêdayê Gundê Xeşederê qampa PKKê heye. Ev qamp ji sala 1984an pê ve wek aktîf dixebite û heta niha operasyon li mezreyê nehatiye kirin. Her wiha tê belavkirin kesên ku tên revandin wan tînin vir. Çavkanî diyar dikin beriya pêvajoya çareseriyê esker dihatin li girên hawîrdor nobetê digirtin lê tevlê qampan nedibûn. Çavkaniyan bal kişandin ev operasyonên ku li hawîrdor Lîcê tên lidarxistin ji ber ku qamp di newalên kur de ne ev qamp ji operasyonan bandordar nabin.

Çavkanî destnîşan dikin geh geh kesên ku şivantî dikin rastê van qampên PKKê tên. Lê ji bo ku ew şivan van qampan ji kesî re nebêjin PKKê wan tehdît dikin.

PKKyî gund bi gund dizivirin û diyar dikin ku tekoşîna wan didome

Endamên rêxistinê yên ku di pêvajoya şerê de derbe ser derbê xwarine ditirsin ku hakimiyeta xwe ya li ser gel ji dest bidin. Ji ber vê yekê PKKyî gund bi gund dizivirin û diyar dikin ku tekoşîna wan didome. Bi taybet PKK qamp û mîlîtanên xwe yên li navçeyê dide nîşanê gel û dibêje wan wek rêxistin tu tişt ji dest nedaye. Ji ber vê yek derbeyên ku rêxistin di bakaran de dixwe li ser gel zêde bandordar nabe.

Qampên ku di sînûrên Lîce-Gîncê de ne zextên xwe didin ser gel

Ji xeynî gundên navçeya Lîcê nişteciyên gundên ku girêdayê navçeya Gînca Çewlîgê yên wekê Kavar, Arxat, Şatos û Vargitê ne de ji teref endamên rêxistinê ve zext li gundiyan tê kirin.

PKK, bi zexta endamên xwe hewl dida ku gundiyan di bin kontrola xwe de bigire

Bi pêvajoya çareseriyê re rêxistin êdî bi şiklekê rehet li gundên ku girêdayê Lîceyê ne hereket kir. Rêxistin kesên ku wekê wê nedifikiriya û mixalifê wê bû diqufand. PKK, bi zexta endamên xwe hewl dida ku gundiyan di bin kontrola xwe de bigire. Hinek kesên ku rêxistinê hez nedikirin hebûn. Ew jî ji ber zextên PKKê mecbûr man gundên xwe terk kirin.

PKK, di pêvajoya çareseriyê de bi wesayîtên biha gund bi gund dizivirîna û kesên ku mixalifên wan bûn direvandin. Dûvre wan di qampên xwe de jê pirsyarî dikirin.

Xwendekarên ku bi organîzasyona şaredariyê diçûn ser gorên PKKyiyan ji propexendeyan bandordar dibûn û dûvre diçûn qampên PKKê

Di pêvajoya çareseriyê de li ser navê mîlîtanên ku berê hatibûn kuştin gor hatin sazkirin. Parlementerên DBPê jî beşdarê vekirina van bernaman dibûn. PKK jî goristanan kiribû wek derên propexendeyê. Her wiha PKK bi zorî gundiyan li vir dicivand û propexende bi wan dida kirin.

Gelê Lîcê naxwaze ku bi şiklekî neyînî were bibîranîn

Wekê ku tê zanîn Lîce bi qampên PKKê û bi hezaran donim zeviyên tiryak û esrarê tê bibîranîn. Gelê navçeyê diyar kirin ku berê ev navçe bi alim û şêxan dihat bibîranîn. Ji ber vê yekê ew naxwazin ku bi şiklekî neyînî were bibîranîn.

Ji ber ku daristanên berûyê tên şewitandin gelê herêmê bi hêrs e

Gelê ku di gundên navçeyê de dijîn ji ber ku operasyon tên lidarxistin û di dema operasyonê de daristanên berûyê yên hawîrdor tên şewitandin bi hêrs e. Gundiyan diyar kirin ku ew naxwazin dûbare salên 90an bijîn. (ÎLKHA)




 



Bu haberler de ilginizi çekebilir