• DOLAR 32.376
  • EURO 34.98
  • ALTIN 2325.22
  • ...
"Ji ber ku em dersê Qur'anê distînin em pir kêfxweş in"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bi slogana ku ji teref Wezaretiya Karûbarên Diyanetê ve bo Qursên Qur’anê yên Havînê wek ‘Were vî havînê Qur’anê nexşê dilê xwe bike’ re ku ji xwendekar re piştî ku dibistan tetîl bûn berê xwe dan mizgeftan.

Li Entabê Îsal Qursên Qur’anê yên Havînê bi keleca dest pê kir. Xwendekarên ku ji bo dersê Qur’ana Pîroz diçin mizgeftan diyar kirin ji ber ku ew dersê Qur’anê hîn dibin ew pir kêfxweş in. Xwendekaran dest nîşan kirin ku hesta hînbûna Qur’ana Pîroz pir xweş e.

Xwendekarên ku di Mizgefta Îmam Rabbanî ya navçeya Şehîtkamîla Entabê de perwerdehiya Qur’ana Pîroz hildigirin hest û ramanên xwe ji ÎLKHAyê re ragihandin.

Ji xwendekaran Îpek Kiraç wiha axivî: “Ez pir hez dikim Qur’anê bixwînim. Ji ber vê yekê ez hatm mizgeftê. Ez alîkariya hevalên xwe dikim ku ew jî Qur’anê hîn bibin. Hînbûna Qur’anê hestek pir xweş e. Em pirtûka pîroz a Xweda dixwînin û hîn dibin.”

Ji xwendekaran Enes Çay jî belav kir ku hînbûna Qur’anê pir xweş e. Dûvre Çay wiha pê de çû: “Dema ku ez nû hatim mizgeftê min nedikariya Qur’anê bixwînim. Bi alîkariya xoceyên xwe ez derbasê Qur’anê bûm. Ez pir hez dikim ku werim mizgeftê û derze Qur’anê hîn bibim.”

Mehmet Kaya jî diyar kir ku ew ji bo dersê Qur’anê hatiye mizgeftê. Kaya wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ez ji hînbûna Qur’anê û ji nimêjê hez dikim. Em li vir Qur’anê hîn dibin. Em ji pirtûkên dînî ilmên bingehîn hîn dibin.”

Ahmet Naşîvhan jî şîretan li hevalên xwe kir ku hemî werin mizgeftê. Dûvre Naşîvhan wiha axavtina xwe domand: “Em ji bo hînbûna Qur’anê tên mizgeftê. Hînbûna Qur’anê pir xweş e. Ev 3 roj e ku Qursên Qur’anê yên Havînê dest pê kiriye. Em alîkariyê seyda dikin. Em hewl didin ku alîkariya biçûkan jî bikin. Ez di nabeyna 2 mehan de derbasê Qur’anê bûm.”

Eyyup Akkurt jî diyar kir ew hez dike dersê Qur’anê hîn bibe. Dûvre Akkurt wiha pê de çû: “Hînbûna Qur’anê pir xweş e. ez pir hez dikim ku Qur’anê bixwînim. Ez tawsiye dikim ku hemî hevalên min werin dersê Qur’anê hîn bibin.”

Şeyma Akkurta ku wextê xwe bi xwendina pirtûkan derbas dike wiha destnîşan kir: “Hilgirtina dersê Qur’anê pir xweş e. Ez gelek hez dikim dersê Qur’anê hîn bibim. Em sureyan ji ber dikin. Her wiha em hilgirtina destmêj û nimêjê hîn dibin.”

Onurkan Ozkan jî diyar kir ku ew bi hevalên xwe re hatiye mizgeftê ku dersê Qur’anê hîn bibe. Dûvre wî ragihand ku hînbûna xwendina Qur’anê mirov kêfxweş dike. (ÎLKHA)


 

























Bu haberler de ilginizi çekebilir