• DOLAR 32.324
  • EURO 35.105
  • ALTIN 2300.905
  • ...
Rewşa malbata Sûriyeyî ya ku şîva şevê lê tune
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Rewşa malbata 7 kesî Sûriyeyî ya ku ji şerê Sûrî reviye û hatiye li Êlihê sitiriye û di Meha Remezanê de şîva şevê lê tune hinava mirov dişewitîne.

Rewşa malbata hevserên Ahmed Îbrahîm Halîl û Nejma Muhammed Mahmudê ku ji ber şerê Sûrî ji Herêma Serêkaniya Sûrî hatine û li Êlihê sitirîne hinava mirov dişewitîne. Di Meha Remezanê ya ku însan dixwin, vedixwin û îsraf dikin de şîva şevê li malbata 7 kesî tune.

Malbata Sûrî li Êlihê di Taxa Îluhê de di nav avahiyekî nelihavhatî de dijî mexdûr e. Malbata 7 kesî diyar kir ji roja ku hatiye Tirkiyê heta îro mexduriyeta wan qed xelas nebûye.

Sermiyanê malê Ahmed Îbrahîm Halîl diyar kir ji ber ku îş tune ew nikare xwarin bibe malê. Halîl destnîşan kir ku ew ji ber şerê Sûrî hatine Tirkiyê. Dûvre Halîl wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em ji ber xela û şerê ji welatê xwe derketin. Mala me xirab bû. Ez li Sûrî cotkar bûm. Rewşa me baş bû. Li Tirkiyê şert û mercên jiyanê pir zehmet e. Heke alîkariya xêrxwazan nebe em dimînin birçî. Em malekî 9 kesî ne û pîreka min dûcanî ye. Ji ber ku kar û bar tune em ji xêrxwazan alîkarî dixwazin. Em di malekî nelihevhatî de dijîn. Carinan ez dixebitim. Carinan jî ji ber ku kar tune ez naxebitim.”

Nejma Muhammed Mahmud diyar kir ku carinan ew nikarin kirêya çend mehan bidin. Ew bes dixwaze ku zarokên wê nemînin birçî û di îdê de ji wan re cil û berg bistînin. Dûvre Mahmud wiha pê de çû: “Beriya Meha Remezanê mêrê min bi perekî hindik di înşaetê de dixebitiya. Heke xirab bûbûya jî me niyaziyên xwe temîn dikir. Lê niha ji ber ku zilamê min naxebite di sifrê de tu tişt tune ku em bixwin.”

 “Dema ku birayên min dibînin ku zarokan ji xwe re ji bo îdê cil û berg sitandine digirîn”

Ji zarikan mezina malê Narîn Ahmet Îbrahîm Halîl destnîşan kir ku îd nêzik dibe. Li ji ber ku perê wan tune ew nikarin îhtiyacên xwe temîn bikin.

Ji zarokan ê biçûk jî wiha axivî: “Par me digot dê em di her du îdan de jî cil û berg bistînin. Lê me nesitand. Ev îd jî nêzik dibe dê dîsa em nestînin. Hinek deran qeydên me çêkirin û diyar kirin ku dê ji bo îdê ji me re tişt bistînin. Lê tu kesî ji me re tu tiştekî nesitand. Ez dixwazim ku xêrxwaz ji me re cil û ber bistînin. Dema ku birayên min dibînin ku zarokan ji xwe re ji bo îdê cil û berg sitandine digirîn.” (ÎLKHA) 















Bu haberler de ilginizi çekebilir