• DOLAR 32.386
  • EURO 35.122
  • ALTIN 2326.454
  • ...
Serokkomar Erdogan YEyê bi tundî rexnekir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokkomar Erdogan di merasîma mezuniyetê ya Zanîngeha Vakifê yê Fatîh Sultan Mehmetî de axivî û ji YEyê re bertek wiha axivî: “Ey Yekitiya Ewrûpayê! Ji ber ku piraniya me Misliman e hûn me qebûl nakin. Hûn nikarin berevajiya vê yekê îspat bikin.”

Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan li ser gotina Serokê Lijneya Yekitiya Ewrûpayê ya wek; ‘Heke Erdogan bi şiklekî cidî peymana pejirandina li paş tetbîq bike ew çax divê bizanibe ku dê ji bo Tirkan derfeta seyaheta bê wîze ya ji bo Ewrûpayê neyê dayîn.’ axivî. Dûvre wiha li axavtina xwe zêde kir: “Niha hûn ji bilî ve li pey Tirkiyeyê ne. Hûn dibêjin heke Tirkiye deriyên xwe ji penaberan re veke û penaber berê xwe bidin Ewrûpayê dê halê me çi bibe. Em ji 3 milyon penaberan re mazûvantî dikin. Çima? Em ji ber Xaliqê kesên ku hatine xulqkirin hez dikin. Derdekî we ya wiha tune.”

“Ey Yekitiya Ewrûpayê! Ji ber ku piraniya me Misliman e hûn me qebûl nakin”

Serokkomar Erdogan bal kişand ku YE, Tirkiyeyê egle dike. Dûvre Erdogan wiha axavtina xwe domand: “We di sala 1963an de soz da Tirkiyeyê. We di sala 2016an de soz da Tirkiyeyê û 53 sal derbas bû. Hêj jî hûn Tirkiyeyê egle dikin. Hûn çima me egle dikin? Ez bibêjim. Heta îro min diyar nedikir. Bes min mijarên taybet li wir diyar dikir. Ey Yekitiya Ewrûpayê! Ji ber ku piraniya me Misliman e hûn me qebûl nakin. Hûn nikarin berevajiya vê yekê îspat bikin. Ji xwe ve yekê ji Wezaretiya Karûbarên Derve ya Fransayê yekî rasterast eşkere kir.” (ÎLKHA) 



Bu haberler de ilginizi çekebilir