• DOLAR 32.443
  • EURO 35.668
  • ALTIN 2323.14
  • ...
Extiyar Remezanên berê bi yên îro re muqayese dikin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Extiyarên ku bi temenên xwe wextên borî tênin bîra mirovan di vê meha Remezanê de di derbarê girtina rojiyê de hest û ramanên xwe anîn ziman.Extiyarên ku qala Remezanên berê û yên îro dikin dibêjin ku berê girtina rojiyê bi zehmet bû û derfet tunebûn, lê li gor yên îro xweştir bûn û manewiyata wan zêdetir bûn.

Kesê bi navê Şevket Atsiz di derbarê mijarê de diyar kir di wextê ciwaniyê de girtina rojiyê pir cuda ye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Remezanên berê ne weke yên vêga bûn.Berê feqîrî û xela hebû.Lê a niha di ser sifreyên me de 9-10 cûr xwarin heye.A niha em heta nîvro radizin.Di wextên berê de me digel halê bi rojîbûnê di bin tavê de di zeviyê de dixebitîn.A niha feqîrî zêde nemaye, dewlemendî zêde bûye.Lê belê tamatî û çavbirçîtî jî zêde bûye.Li gor berê îro kirina îbadetê rihetir e.Berê av jî tune bû, lê a  niha li her derî heye.”

 “Rojî ji bo em nekevin cehnemê ji me re dibe mertal”

Kesê bi navê Evdilleh Taş jî di derbarê mijarê de diyar kir hêj ew ji biçûkayiya xwe ve rojiyê digire û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Girtina rojiyê tenê ji bona Xweda ye. Rizaya Xweda ji her tiştî girîngtir e.Dînê Hz. Muhammed wek çirayekê her derî ronî dike.Remezên berê parîkek bi zehmet bûn, lewra feqîrî hebû.A niha dewlemendî zêde bûye, lê însan bi cehaleta xwe ji Xweda dûr ketine.Di meha Remezanê de divê bi çaveke xirab li kesî neyê mêzekirin, seba tu kesî neyê kirin, malê xelkê divê neyê xwarin.Heger îmana însan bi Xwedê hebe her wextê ku bi rojî be jê re wek hev e.Lê belê heger ku însan ne qanaatkar be tu çi dikî bike dîsa razî nabe.Heger ku rizaya Xweda hebe hemû tişt ji însan re bi rihet tê. rojî ji bo em nekevin cehnemê ji me re dibe mertal.Emrê Xweda li ser serê me.”

 “Berê însan heger çend çeşît xwarin peyde dikirin ji Xweda re şikir dikirin”

Kesê bi navê Rifat Kolaman jî di derbarê Remezanê de hest û ramanên xwe wiha anî ziman: “Di Remezanên berê de ev qas xwarin û tiştê vexwarinê tunebûn. Berê însan heger çend çeşît xwarin peyde dikirin ji Xweda re şikir dikirin.Me di wextên berê de di bin wê germê de digel halê xwe yê rojîbûnê, me zeviyên xwe dajot.Dema ku em di hatin malên xwe weke vêga klîma û pervane tunebûn.A niha em di bin van klîmayan de rojiya xwe bi rihetî digirin.Berê ceyran û av jî tune bû.Girtina rojiyê pir zehmet bû.Lê îro haya me ji me tuneye ku em bi rojî ne.”

 “Devê me ji tînan ziwa dibû lê me dîsa rojiya digirt”

Xalê Ehmed Bîtmîş destnîşan kir her çiqas Xweda nimetan li ser serê me zêde kiribe jî hejmera kesên ku rojî digirin kêm bûye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Remezanên berê û yên vêga ne wek hev in. Berê edeb, haya û terbiye hebû. Lê a  niha xort û nifşê me pir xera bûne.Berê em di bin wê germahiyê de bi seatan dixebitî.Devê me ji tînan ziwa dibû lê me rojiya digirt.Lê a niha xortên me di devê wan de cixare heye wisa digerin.Digel van nimetên ku Xweda daye me weke ku em di cennetê de ne.Kesên ku ji rojiyê lezzetê negirin nikarin ji tu tiştî fêm bikin.Berê klima kêm hebûn. Lê a niha zivistana me bûye havîn û havîna me jî bûye zivistan.Di nava ev qas nimetan de negirtina rojiyê ji cahiltiyê pê ve ne tu tişt e.”(ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir