• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Gardiyanê ku alîkariya reva PKKyiyan kiribû xwe kuşt
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Wekê ku tê zanîn di meha adarê de ji Saziya Înfaza Cezayê ya Ewlehiya Bilind a Tîpa Dyê ya Diyarbekirê 6 PKKyî revîbûn. Di bergeha vê sûcê de gardiyanek bi binasiya alîkarîkirina reva 6 PKKyiyan hatibû girtin. Hat ragihandin ku gardiyanê bi vê hinceta hatibû girtin di girtîgehê de xwe kuştiye.

Di bergeha vî revê de 3 kesên ku di nav wan de Mamut Uzunê gardiyan jî hebû hatibûn girtin. Hat ragihandin Mahmut Uzunê gardiyan ê ku bi binasiya alîkarîkirina reva PKKyiyan wek girtî di Girtîgeha Girtî ya Tîpa Eyê ya Xarpêtê de bû xwe kuştiye.

Mamut Uzunê ku darizandina wî didomiya îro berê sibê di Girtîgeha Girtî ya Tîpa Eyê ya Xarpêtê de wek kuştî hat dîtin. Hat diyarkirin ku piştî ku Uzun çarşefê li sitûyê xwe girêdayê xwe kuştiye.

Di derbarê bûyerê de tehqîqat dest pê kiriye. (ÎLKHA)


 



Bu haberler de ilginizi çekebilir