• DOLAR 32.439
  • EURO 35.46
  • ALTIN 2324.52
  • ...
 "Siyaseta çalan gel şerpeze kir"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê ya ku qedexeya derketina derve têket roja 100 emîn malbatên ku ji navçeyê derketibûn û li navçeyên hawîrdor sitirîbûn wek mihacir têketine Meha Remezanê. Malbatên mexdûr diyar kirin ku dewlet ji bo siyaseta çalan a PKKê tedbîr hilnegirtiye. Ji ber vê yekê wan bertek nîşan dan.

Malbatan destnîşan kirin dema ku ew li Nisêbînê bûne rewşa wan a borî pir baş bûye. Lê ji ber siyaseta çalan a PKKê ew perîşan bûne. Her wiha malbatan diyar kirin ku dewletê di derbarê siyaseta çalan a PKKê tu pêşgirî hilnegirtiye.

Reşat A, belav kir ku beriya qedexeyê hatine Qoserê û di avahiya ku kirê kirine de 3 malbat bi hev re dimînin û bes 3-4 perçe eşyayên wan hene. Reşat A, destnîşan kir 4 meh e ku vê zehmetiyê dikêşin.

“Alîkariyên dewletê kafî nîne”

Reşat A, diyar kir ku 4 mehe ew bê kar e û ew bi 3 malbatan re di nav avahiyekê kirêkirî de dijîn. Dûvre mexdûr wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji ber ku kar tune em mexdûr in. Ji xêrxwazan alîkarî tê. Me ji dewletê jî hinek tişt sitand lê kafî nîne. Kirêya me jî derneket. Ev 4 meh e ku em mexdûr indewletê carek wek alîkarî hezar TL û carek din jî 500 TL alîkarî li me kiriye. Ew jî kafî nîne.”

“Xweda heqê me ji zaliman re nehêle”

Reşat A, diyar kir ku siyaseta çalan a PKKê wan xistiye vê halê. Dûvre wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em bes dixwazin ku Xweda heqê me ji wan re nehêle. Li Nisêbînê dikana min hebû. Rewşa min baş bû. Dema ku bûyeran dest pê kir pirsgirêk jî derketin holê. Her roj derebe dihatin asêkirin. Bûyer qewimîn û çal hatin vedan. Di nav kûçe û kolanan de şer derket. Rewşa me ya îqtîsadî xirab bû. Berê qedexeya 15 rojî hat îlankirin. Wê çaxê ez çûm Midyadê. Ez li cem xizmên xwe mam. Dûvre ev yek domî û heta îro hat.”

“Dewlet, tedbîr hilnegirt û gel belengaz bû”

Reşat A, bal kişand ku siyaseta çalan bes zirarê daye gel û wan şerpeze kiriye. Dûvre Raşat A, wiha axavtina xwe domand: “Gûya vê yekê ji bo milet kirin. Wan çiqas çal vedan ew qas gel mexdûr bûn. Herkes revî derek. Gelê bê kar mecbûr ma koç kir. Bi dehan kes mirin û ew qas jî birîndar bûn. Gelo heyfa vê miletê nîne? Dewlet, tedbîr hilnegirt û gel belengaz bû.”

 “Divê ku herkes ji xwe re ji van bûyeran ders bistîne”

Reşat A, destnîşan kir ku Meha Remezanê ji bo wan bi hizn derbas dibe. Dûvre Reşat A, wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em nizanin ku dê îdê çawa derbas bikin. Li Nisêbînê di taxên ku operasyon dihat lidarxistin de hemî avahî bûne kavil. Em nizanin ku dê axbeta navçeyê çawa bibe. Xweda tişta baş nesîbê me bike. Herî dawî ez dixwazim vê yakê bibêjim; ‘Divê ku herkes ji xwe re ji van bûyeran ders bistîne.’ (ÎLKHA)


 













Bu haberler de ilginizi çekebilir