• DOLAR 32.492
  • EURO 34.748
  • ALTIN 2483.618
  • ...
 "Pêwst e dawî li kumpasên li dijî Civatên Siwîl ên Îslamî bê anîn"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Her weke ku tê zanîn berî vê çend rojan li Edenê li dijî STKyên Îslamî kumpaseke mîna kumpasa Elezîzê  pêk hatibû û ev yek di çapemeniyê de cihê xwe girtibû.Di lêpirsîna ku di derheqê STKyan de hatibû destpêkirin de fealîyetên legal wek îllegal hatibûn nîşandan û ev îddîanameya ku ji teref dozgeran ve hatibû amadekirin hiqûqnasan heyirand.Ji ber vê kumpasê sazîyên mafên mirovan jî dest bi hereketê kirin.

Saziyên mafên mirovan û hiqûqnasan wê îddîanameya ku ji teref  Mehkemeya Cezaya Giran a 2yemîn a Edenê ve hatiye qebûlkirin nirxandin û balan kişandin li ser bêhiqûqiyên ku tên kirin.

Navenda Giştî yê Cemîyeta Mafên Mirovan  di derbarê îddîayên kumpasê yên li dijî STKyên Îslamî yên Edenê de daxuyaniyek da.Di daxuyaniya ku hat dayîn de wiha hat diyarkirin: “Ji teref Serdozgeriya Komarê ya Edenê ve di derbarê mensûbên çapemeniyê û di derbarê endamên STKyên Îslamî de îddîanameyek hatiye amadekirin û ev yek jî ji teref Mehkemeya Cezaya Giran a 2yemîn a Edenê ve hatiye qebûlkirin û doz hatiye vekirin.Ew  STK û sazîyên çapemeniyê yên ku di îddîanameyê de derbas dibin di çarçoveya qanûnê de fealîyetên xwe dikin û ji teref raya giştî ve jî têtin naskirin.Her wiha fealîyetên van STKyan ji civakê re vekirî, şefaf û fealîyetên wan jî legal in.”

 “Ev, ji komplo û kumpasên bi meqsed û bi hisab a  hinek mahfîlan ên ku di darez û ewlehiyê de ne re dibe ku bibe mînak”

Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin di îddîanamê de fealîyetên qanûnî wek dere qanûnî hatine nîşandan û wiha li daxuyaniyê hat zêdekirin: “Xebatên alîkariyê, bernameyên wîladeta pîroz, civînên îstîşareyê yên STKyan, daxuyaniyên çapemeniyê, konferans û gelek fealîyetên mîna van di çarçoveya fealîyetên rêxistinê de hatine nirxandin û  her wiha di îddîanamê de  endam û rayedarên STKyan jî wek ‘endamê rêxistina terorê ya çekdar’ hatine nîşandan. Ev yek heger ku bibe, ji komplo û kumpasên bi meqsed û bi hisab a  hinek mahfîlan ên ku di darez û ewlehiyê de ne re dibe ku bibe mînak. Îzaha vê yekê bi rêgezên daraza cezayê û bi mantiqa hiqûqê ne mimkûn e.”

 “Bêyî hincet û delîlên hiqûqî  qutifandina rayedar û endamên STKyan û hewildana mehkûmkirinê îxlala mafên însanî ên bingeh e”

Di berdewama daxuyaniya ku hatiye dayîn de hat diyarkirin fealîyetên STKyan wek ‘endambûna rêxistina terorê’ tên xwendin ku ev yek ji bilî xwendina niyetê  pê ve ne tu tişt e û wiha li daxuyaniyê hat zêdekirin: “Bêyî hincet û delîlên hiqûqî  qutifandina rayedar û endamên STKyan û hewildana mehkûmkirinê, îxlala mafên însanî ên bingehtir e.Di serî de huriyeta bawerî, vegotinê û her wiha ya rêxistîbûn, fealîyetên siyasî û ya civîn û meşê hatine îxlalkirin. Her wiha fealîyetên hinek rojnamegerên ku di sazîyên çapemeniyê de dixebitin ji dozê re bûne mijar ku ev jî xemsariye huriyetê ye.”

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat ragihandin:  “Divê temamê raya giştî ji van  kiryarên ku di asta îxlakirina giran a mafê mirovan de ne re bêdeng nemîne û em difkirin ku divê ji vê yekê re  bertek nîşan bide.Wek Cemiyeta Mafên Mirovan em ê teqîbkerê meselê bibin û bila ev bê zanîn.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir