"Em ê ji rêvebirên herêmî yên ku çavkaniyan ji bo xelkê bi kar nayînin hisabê bibipirsin"
Serokwezîr û Serokê Giştî yê AK Partiyê Bînalî Yildirim di civîna koma partiya xwe de diyar kir ew ê ji wan rêvebirên heremî yên ku wan çavkaniyên dewletê ji bo xelkê bikar nayînin hisabê bipirsin.
Serokwezîr û Serokê Giştî yê AK Partiyê Bînalî Yildirim di axavtina xwe ya ku di civînê kir de diyar kir karininan wan ên ku pêwîst in bên kirin hene û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji van karan yek jî şaredarîyên ku desteka malî didin terorê ye. Em ê ji rêvebirên heremî yên ku çavkaniyan ji bo xelkê bi kar nayînin hisabê bibipirsin.Di vî warî de ew ê birêkûpêkkirin bên meclîsê.”
Serokwezîr Yildirim di derbarê Rojhilat û Başûrê Rojhilat da nirxandinan kir û wiha li axavtina xwe zêde kir "Em li Rojhilat û Başûrê Rojhilat navendên balkêşiyê ava bikin. Li vê derê fabrîqe dê bên sazkirin, sektora taybet jî ew ê bê xebitandin. Berhemên wan jî heta demekê em ê bikirin. Em ê ji bo hemû hemwelatiyên me yên ku li wê derê ne û li wê derê dijîn re îmkanên kar û xwarinê bidin temînkirin.”(ÎLKHA)