• DOLAR 32.378
  • EURO 35.001
  • ALTIN 2325.92
  • ...
Umut-Der alîkariyên xwe didomîne
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Umut-Dera Êlihê ya endamê Platforma Alîkariya Umut Kervani alîkariyên xwe yên ji bo feqîr û belengazan bi taybet di Meha Remezanê de bê navber didomîne.

Umut-Dera Êlihê ya endamê Platforma Alîkariya Umut Kervani di meha rehmet û bereketê ya Remezanê de alîkariyên xwe yên li feqîr û fiqaran didomîne.

Hat ragihandin ku komele di Meha Remezanê de çendîn hezar qoliyên alîkariyê ragihandiye gel. Dê ev yek heta îdê bidome û piştî ku Meha Remezanê xilas bibe dê ev alîkarî bidome.

Serokê Giştî yê Umut-Derê Halîl Gergîn di derbarê alîkariyên ku hatine kirin daxuyanî da. Gergîn wiha axivî: “Beriya Meha Remezanê me amadehiyên xwe qedandibû û dest bi alîkariyên xwe kiribû. Dê ev alîkarî heta dawiya Meha Remezanê bidome. Dê dildar û endamên me van alîkariyan ragihînin malbatên feqîr û fiqaran. Wek Umut-Der alîkariyên me her dem didome. Lê di hinek wextan de wek îd û Meha Remezanê alîkariyên me zêdetir dibe. Niyaziya kesên hêtîm, sêwî, feqîr û mihtac bi dewlemend û xêrxwazan hene. Divê ku di derbarê vî yekê de çi hewce dike were kirin.” (ÎLKHA)


 





















Bu haberler de ilginizi çekebilir