• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Di Meha Remezanê de nanê xwe ji kevirê derdixin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji ber ku rojî di demsala havînê de tê girtin hosteyên keviran yên ku di restorasyona avahiyên Entabê yên kevin de dixebitin gelek zehmetî dikêşin. Digel vê zehmetiyê karker rojiya xwe digirin.

Li Entabê hosteyên keviran yên ku di restorasyona avahiyên Entabê yên kevin de dixebitin digel hewaya germ û tengazkirî wek rojî dixebitin û nanê xwe ji kevirê derdixin. Karkeran diyar kirin ji ber ku ew li ber tavê dixebitin gelek zehmetî dikêşin. Lê digel vê yekê ew rojiya xwe îhmal nakin.

Ji Karkeran Vural Doganê 44 salî yê ku hostetiya keviran dike diyar kir ku xebat ji rojîgirtinê re asteng nîne, ew di Meha Remezanê de hinek zehmetî dikêşin lê digel vê yekê ew rojiya xwe îhmal nakin.

 “Xebat, ji rojîgirtina me re asteng nîne”

Dogan bal kişand ku rojî emrê Xwedê Teala ye. Dûvre Dogan wiha pê de çû: “Divê ku em rojî bigirin. Divê ku em wezîfeya xwe ya evdîtiyê pêk bînin. Mikafata vê yekê bes Xweda dide. Rast e. Hewa germ e. Lê divê ku em rojî bigirin. Em li pey nanê xwe ne. Rojên ewil honik bûn. Lê ev germahiya ku di vê 2-3 rojê de zêde bû me aciz dike. Ji xwe em rojê 8 saet dixebitin. Çi dibe bila bibe dê ji bo rojîgirtinê ez hewl bidim. Lewra sibe di axîretê de hesab heye.”

Ji karkeran Mehmet Ozkan diyar kir ku ew li ber rojê di nav ax û xweliyê de dixebitin û hewl didin ku rojî bigirin. Dûvre Ozkan wiha axivî: Di vî meha mibarek de divê ku em heta êvarê bixebitin. Em kevir dibirin. Em ax dibin û tînin. Meha Remezanê hat. Tabî em hinek zehmetî dikêşin. Pir zehmet e. Xweda alîkariya me bike.”

Şefê şantiyê Hasan Arzik jî bal kişand ku Xweda alîkariya kesên ku rojî digire dike. Dûvre Arzik wiha axavtina xwe domand: “Em di welatê ku nifuza wê ji sedan 99ê wî Misliman in de dijîn. Li vê welatê gel dixwazin ku wezîfeya xwe ya dînî pêk bînin. Gel hewl dide ku emrê Xweda bîne cî.”

 “Em di vî mehê de li karkerên xwe nanêrin”

Arzik wiha dawî li axavtina xwe anî: “Niha em karê înşeatê dikin. Her wiha ji ber ku li ber rijê ye em gelek zehmetî dikêşin. Wekê ku hûn dibînin her kes jî dixebite. Wekê hûn dibînin ew enqaz hildidin û datinin. Ji xeynî vê yekê ew kevir dişkînin. Di vî germahiyê de ji ber ku rojî ne ev ji bo wan gelek bi zehmet e. Tabî cem Xweda mikafata wê zêdetir e. Bi vî şiklê karkerên me him rojî digirin û him jî dixebitin. Di Meha Remezanê de xebata karkeran kêmtir e. Ji ber vê yekê em di vî mehê de li karkerên xwe nanêrin.” (ÎLKHA)


 



















Bu haberler de ilginizi çekebilir