Karkerekî înşaatê jiyana xwe ji dest da
Karkerê ku ji înşaatê ket xwarê jiyana xwe ji dest da.
Li navçeya Yildirima Bûrsayê karkarekî Azerî yê ku di înşaatê de dixebitî ji qeta 6an ket jêrê. Karkerê bi navê Niyazî Alîyev ê ku ji înşaatê kete jêrê giran birîndar bû û wî rakirin nexweşxanê.
Alîyevê ku giran birîndar bûbû digel temamê midaxeleyan jiyana xwe ji dest da.
Di derbarê mirina Nîyazî Alîyev de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)