• DOLAR 32.549
  • EURO 34.824
  • ALTIN 2430.024
  • ...
SON DAKİKA
Kalan şîretan li ciwanan kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Diyarbekirê kalên ku di derbarê rojiya Meha Remezanê şîretan li ciwanan kir destnîşan kirin pêwîst e ku ciwan bi şiklekî baş îbadeta rojiyê pêk bînin.

Kalên ku ji bo muqabele û nimêjê tên Mizgefta Mezin a Diyarbekirê bal kişandin ew rojiya ku ji esasên bingeha dînê Îslamê ye bes ji kalan re ne bi heman şiklê ji ciwanan re jî ferz e.  

Zekî Sabanci diyar kir heke ciwan emrê ku Xweda kiriye pêk bînin dê ew him li dinê û him jî li axîretê şad û kêfxweş bibin. Dûvre Sabanci wiha pê de çû: “Kesên ku rojî bigirin emrê Xweda pêk tînin. Kesên ku rojî negirin gunehkar dibin. Bila ciwanên me ji mezinên xwe ilm hîn bibin. Heke hîn nebûne bila bixwînin. Ew dikarin hîn bibin ku dînê me çiye, Xweda çi emir dike û rojî çiye.”

Mamê Mehmet Korkmaz jî destnîşan kir çi ciwan û çi kal divê her mislimanê ku tendirustiya wî baş be rojî bigire. Dûvre Korkmaz wiha li axavtina xwe zêde kir: “Pêwîst e ku her Misliman rojî bigire. Kesê ku mezereta wî tunebe divê ku rojî bigire. Rojîgirtina ciwanan çêtir e.”

Kalekê yê ku nexwest navê xwe bide diyar kir ku dewlemendî berhevkirina mal û milkan nînin. Dewlemendî ew e ku mirov însanên xwedî bawer ji civakê re bide qezenckirin. Dûvre kal wiha pê de çû: “Qalkirina îbadetên rojî û wekê rojiye wezîfeya dê û bavan e. Heke vê yekê bikin dewlemendî ew e. Divê ku em însan mezin bikin.”

Hinek ciwanan jî belav kirin ew dixwazin ku ciwantiya xwe di rêya Xweda de xerc bikin. Dûvre wan wiha destnîşan kir: “Rojî, ji bo ku em rewşa kesên tî û birçî çêtir bizanin heye. Rojî dibe wesîla paqijkirina nefs û qelban. Îbadeta Meha Remezanê jî şah û sultanê 11 mehan e ku Xweda ferman kiriye ku em rojî bigirin. Divê ku em omrê xwe di rêya Xweda de xerc bikin.” (ÎLKHA)


 





















Bu haberler de ilginizi çekebilir