25 gundên din jî derketina derve hat qedexekirin
Li Diyarbekirê ji ber operasyonên ku doh li dijî PKKê hatibûn destpêkirin li 25 gundên ku girêdayê Licê, Farqîn, Pasûr û Hazroyê ne derketina derve hat qedexekirin.
Di derbarê mijarê de ji teref Walîtiya Diyarbekirê ve daxuyaniyek hat dayîn.Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat ragihandin ji ber operasyonên ku li dijî PKKê tên kirin li 25 gundên ku girêdayê Licê, Farqîn, Pasûr û Hazroyê ne derketina derve hat qedexekirin.
Li gor daxuyaniya ku hatiye dayîn navê gundên ku lê derketina derve hatiye qedexekirin bi vî awayî ne: Gundên binavê Şenlîk, Bîrlîk, Ergînkoy, Elmadere, Oyuklu, Kutlu, û Turelîya ku gîrdayê Lîcê ne, gundên bi navê Yukariturali, Akçayurt, Kaledîbî û Damlatepeya ku gîrêdayê Hênê ne, li gundên bî navê Uçbasamak, Çaldere, Keklîkdere, Gorentepe, Bayirduzu, Dagcilar û Dolaplidereya ku gîrêdayê Farqînê ne, li gundên bi navê Taşkopru, Temren, Bakirkoy û Demîrlîya ku gîrêdayê Pasûrê ne û li gundên bi nava Ulgen, Mutluca û Bayirduzuya ku girêdayê Hazroyê ne heta daxuyanîyeke din derketina derve hatiye qedexekirin.(ÎLKHA)