• DOLAR 32.519
  • EURO 34.814
  • ALTIN 2425.856
  • ...
Li Diyarbekirê wesayîta bombebarkirî hat dîtin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin ku di Taxa Kemaliyeya girêdayê navçeya Erxeniya Diyarbekirê de wesayîtekî ji bombeyan dagirtî ya ku wek parkkirî bû hat dîtin.

Gor agahiyên hatine bidestxistin li navçeya Erxeniyê piştî ku îxbar hat kirin ji bo lêgerînê wesayît hat dorpêçkirin. Wesayîta bI pleqeya 06 DT 2683ê ya ku di Taxa Kemaliyeyê de bû hat tespîtkirin. Dûvre lêgerîn lê hat kirin.   

Her wiha ji ber îxtîmala teqîna wesayîtê avahiyên hawîrdor hatin valakirin û pisporên tîmên imhaya bombeyan ji Diyarbekirê sewqê navçeyê kirin. Wesayîta bombebarkirî ji bo tehqîqatê birin ewlehiyê. Piştî tehqîqatê wesayît îro di derdora saetên sibê de hat îmhakirin.

Her wiha hat ragihandin ku ji ber bandora teqînê camên gelek dikan û avahiyên hawîrdorê şikestine. (ÎLKHA)

 

 

Bu haberler de ilginizi çekebilir