• DOLAR 32.468
  • EURO 34.818
  • ALTIN 2478.936
  • ...
Lawê xwe yê ku ji teref PKKê ve hatibû qetilkirin ji bîr nakin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Yusufê ku şivantî dikir, di 9ê Îlona sala 1993an de li Gundê Dêra Çengeliya girêdayê Mûşê dema ku pez diçêrand ji teref PKKê ve hatibû qetilkirin. Di gel 23 salan Yusuf nayê jibîrvekirin.

PKK, rojek berêvarê bi komekî 300 kesî li ser Gundê Dêra Çengeliya ku serê xwe li ber zilma PKKê neditewandiye de digire û Yusufê ku şivantî dikir dibe gund û dûvre wî qetil dike.

Bav Omer Yaşlak ji ÎLKHAyê re qala roja cinayetê kir. Yaşlak diyar kir ku di sala 1993an de komek PKKyiyê ku ji 300 kesan pêk dihat rojek berêvarê li ser gundê wan de digirin. Dûvre lawê wî ya Yusufî wek hêsîr girin û qetil dikin.

Mamê Omer destnîşan kir ku ew roj PKK wek 3 kom têkeve nav gund. Dûvre Yusufî wek destgirêdayê digirin û îşkenceyan lê dikin. Di nabeyna PKK û gundiyan de şer derdikeve û PKK gelek kes ji dest dide. Li ser vê yekê PKK lawê wî yê Yusufî di têketina gund de qetil dike.

 “Ji ber ku em nebûn şirîkê zilma PKKê wan li ser gundê me de girtin”

Mamê Omer di derbarê mijarê de wiha axivî: “PKKyî dihatin û heqaretê li gundiyan dikirin. Wan însanên belengaz ên zarok qetil dikirin. Me jî zilmê qebûl nekir. Çendîn car alîkarî xwestin. Me jî diyar kir ku dê em nebim şirîkê zilmê. Dûvre wek komek qelebalix rojek berêvarê hatin li ser gundê me de girtin. Nêzê 6 saet şer domî. Wê çaxê dema ku lawê min pez diçêrand wî girtin. Destê wî girêdan. Dema ku PKKê fêm kir ku dê nekare têkeve nav gund lawê min şehîd kirin.”

 “Tu wext zilm û heqareta PKKê xilas nebû”

Mamê Omer ragihand ku zilma PKKê bê navber domiye. Dûvre Mamê Omer wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dihatin ji me pere dixwestin. Alîkarî dixwestin û heta dest dirêjê namûsa me dikirin. Di dînê Îslamê de tiştek wiha tune. Ji ber ku me van daxwazên PKKê qebûl nekir li ser gundê me de girtin. Tu wext zilm û heqareta PKKê xilas nebû. Ev zil didome.”

Mamê Omer bal kişand ku qetilkirina lawê xwe ya wehşiyane qet ji bîr ve nekiriye. Dûvre wiha li axavtina xwe zêde kir: “Lawê min pir xwedî fedî û mûlayîm bû. Xwedî nefsa şikestî bû. Min lawê xwe qet ji bîr ve nekir. Mirin emrê Xweda ye. Lê min lawê xwe yê ku PKK wî qetilkiribû ji bîr nekiriye. Ev qet nayê jibîrvekirin. Xweda heqê me ji wan re nehêle.”

 “Ez pir bêriya lawê xwe dikim”

Dê Amîne diyar kir ku wê şehadeta lawê xwe ji bîr ve nekiriye û dûvre hestên xwe wiha balav kir: “PKKyê kafir lawê min şehîd kir. Lawê min şivan bû. Pez diçêrand. PKKyiyan wî hêsîr girtin 6 saet desten wî girêdayî hêştin. Dûvre wî şehîd kirin. Di qedera min de ev hebûye. Xweda da me û dîsa wî sitand. Lawê min 23 salî bû. Ez pir bêriya lawê xwe dikim.”

 “Xweda belayê PKKya ku vê yekê kiriye bide”

Dê Amîne destnîşan kir ku lawê wê xwedî exlaqê nerm bû. Dê wiha pê de çû: “Heke exlaqê lawê min xweş nebûya Xwedê Teala şehadetê nesîbê wî nedikir. Ew pir sebirkar bû. Lawê mîn jî dixwest ku bibe şehîd. Xweda nesîbê wî kir.  Gelek hez dikir ku Qur’anê bixîne û lawê min limêja xwe qet derbas nedikir. Hevalên wî yên şivan diyar dikirin dema ku wî şivantî dikir bişev nimêj dikir.” (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir