• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Qetlîama Xerzika Erebo ya  PKKê nayê jibîrkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Berî vê 29 salan li gundê Xerzika Ereboya Mehserta Mêrdînê, PKK 16 jê zarok , 6 jê pîrek tevde 30 însanê bê sûc û bêguneh qetil kiribû ku ev qetlîam hêj di bîran de cihê xwe mihafeze dike.Lewra naskirîyên kesên ku di wê qetlîamê de hatibûn qetilkirin hêj êşa wan rojan di dilên  xwe hîs dikin.

Di 20ê Hezîrana sala 1987an de li gundê Xerzika Ereboya Mehserta Mêrdînê PKK 16 jê zarok , 6 jê pîrek tevde 30 însanê bê sûc û bêguneh di qetlîama ku ji teref PKKê ve hatibûn kirin de hatibûn qetilkirin.Ev qetlîam di dîrokê de wek ‘Qetlîama Xerzika Erebo’ hat binavkirin.Ji ser vê qetlîama ku PKK kiriye her çiqas 29 sal debras bûbe jî êş û elemên vê qetlîmê û qetlîam bi xwe jî nayê jibîrkirin.

“Di êrîşê de temamê malbata min hat qetilkirin”

Muhabîrê ÎLKHAyê çû wê gundê Xerzika Erebo ya ku berî vê 29 salan ji teref PKKê ve qetlîam lê hatibû kirin û kesên mexdûrê wê qetlîamê guhdar kir.Di derbarê êrîşa ku berî vê 29 salan hatibû kirin de ji naskirîyên kesên ku hatibûn qetilkirin Şêxmûs  Yavuz(76) ji ÎLKHAyê re axivî.Yavuz di axavtina xwe ya ku kir de diyar kir di êrîşê de temamê malbata wî hatiye qetilkirin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Di êrîşê de pîrek û zarokeke min û ji malbata in 17 kes hatin qetilkirin û dewlet li me xwedî derneket.”

 “Ez wê êşê di dilê xwe vedişerim”

Yavuz di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew, êşa wê qetlîamê tu car ji bîr nekirine û ew ê ji bîr jî mekin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “PKKyiyan ji sê milan êrîşî gundê me kirin.Me jî bersiva wan da.Lê cebilxaneya me xelas bû û PKKyî ketin nava gund. Digel têketina gund a PKKyiyan, 30 kesên ku di nava wan de pîrek û zarok  jî hebûn qetil kirin.Ev bû 29 sal e ku ji ser vê bûyerê derbas bûn, lê ez vê êşê di dilê xwe de vedişerim.”

“Sûcê bebek û zarokan çi bû?”

Yavuz di berdewama axavtina xwe de diyar kir tarîfkirina êşa vê qetlîama ku li gundê wan hatiye kirin  bê îmkan e û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di dînê me de ji qetlîamên mîna vê re cih nîne.Di dînê  me de bê sûc û beleseb kuştina kesekî/ê wek kuştina temamê alemê ye.A niha sûcê me çi bû, sûcê wan zarok û bebekan çi bû? Gelekî heyf e, ev bê wîcdanîke çawa ye? Jixwe heger ku xwediyê wîcdanê bana vê qetlîamê nedikirin.Ev kes Xweda nenasin.Em dixwazin êdî qetlîamên mîna vê pêk neyên.”

 “Dewlet li me xwedî derneket”

Yavuz di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir di dema wê qetlîamê de dewlet li wan xwedî derneketiye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Dewlet ne tanzîmat da me  û nê jî zarokên me xiste karekî.Min çendîn caran dilekçe şand Enqerê, lê her car jî gotin ku ‘Li derveyê bergehê’  ye. Ev li derveyê bergehê çi ye, gelo evan ne şehîd in? Dibêjin mexdûrê terorê,  gelo evan ne mexdûrê terorê ne.Çima van ji mexdûrên terorê nahesibînin?”

22 jê zarok û pîrek tevde 30 kes hatibûn qetilkirin

PKKyiyên ku di 20ê Hezîrana 1987an de li ser gundê Xerzika Ereboya Mehserta Mêrdînê girtibûn  16 jê zarok , 6 jê pîrek tevde 30 însanê bê sûc û bêguneh qetil kiribûn û dû re malan şewitandibûn.Kesên PKKyî pitik û bebekên 6 mehî jî dabûn ber guleyan û heywanên li gund de jî şewitandibûn.Ev qetlîama wehşîyane di dîrokê de wek ‘Qetlîama Xerzika Erebo’ hat qeyidkirin.(ÎLKHA)

















Bu haberler de ilginizi çekebilir