• DOLAR 32.516
  • EURO 34.849
  • ALTIN 2490.543
  • ...
Candarên ku bi toran ve dialiqin telef dibin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li navçeya Tarsûsa Mêrsînê li gor îddîayan, torên ku ji keştiyan tên avêtin dibin sedema telefbûna candarên di deryayê de.Herî dawî ji ber vê sedemê li perava behrê di nava torekê de gelek cûr candarên ku telefbûne hatin dîtin.

Di derbarê mijarê de  Serokê Kuluba Nêçîrvanên Tarsûsê Tufan Dokucu daxuyaniyek da û diyar kir ew torên ku wek çopê diavêjin behran dibin sedema mirina gelek candarên behrê.

Dokucu di berdewama axavtina xwe de diyar kir ji ber dîmena ku ew li laqayî hatine ew gelek xemgîn in û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Mixabin îro em li qeraxên Mêrsînê rasta facîayeke hatin.Ev tora ku wek çopa li behrê hatiye avêtin gelek masiyê mîna sapan û vatozê û gelek çêlîkên caretta carettayê lê aliqîne.Ji ber ku ji torê xelas nebûne hemû jî mirine û laşên wan bi vî halî bi ber perava behrê ve hat kaşkirin.Navê vê yekê qetlîam e.Mixabin rewşeke elemdar û derdnak e.”

Dokucu di dawiya axavtina xwe de diyar kir ev bûyer asta nêçîrvantiya li Tarsûsê dide der û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Micadeleya me jî li dijî vê yekê ye.Em dixwazin heta ku ji destên me bê pêşîya vê yekê bigirin.Elbet ew ê ev yek ji binî ve xelas nebe.Lê me çi xelas kir ew qas baş e.Dibe ku gelek çeşît ji teref nifşên nû ve neyên dîtin.Xweda wan kesên ku ji vê re bûne sedem weke ku dizane bike.”(ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir