• DOLAR 32.561
  • EURO 34.919
  • ALTIN 2421.182
  • ...
Li Wanê kudekistanek hat şewitandin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li navçeya Îpekyola Wanê di Taxa Bostanîçiyê de ji teref kes/kesên ku nanameyên wan nediyar in ve kudekistanek hat şewitandin.

Gor agahiyên hatine bi destxistin bûyer doh di saet 23.35an de li navçeya Îpekyola Wanê di Taxa Bostanîçiyê de ji teref kes/kesên ku nanameyên wan nediyar in ve wek êrîş li Kudekistana Şafakê hat kirin.

Êrîşê Midûrê Perweerdehiya Neteweyî ya Îpekyoluyê Şukrullah Yavuzer li ser malpera xwe ya twîtterê parve kir. Yavuzer wiha daxuyanî da: “Bûyer di saet 23.35an de li navçeya Îpekyola Wanê di Taxa Bostanîçiyê de ji teref kes/kesên ku nanameyên wan nediyar in ve wek êrîş li Kudekistana Şafakê hat kirin. Êrîşker deriyê şikandiye û têketine hundir. Piştî ku qemereya ewlehiyê ji ciyê wê vekiriye tûpa pîknîkê wek teqemenî avêtiye hindir û teqandiye.”

Hat raguhandin ku di derbarê bûyerê de tehqîqat dest pê kiriye. (ÎLKHA)


 

Bu haberler de ilginizi çekebilir