Li ser rêbeja Bismil- Stewrê bomba hat dîtin
Li ser rêbeja ku navçeya Bismila Diyarbeirê û navçeya Stewreya Mêrdînê bi hev dû ve girê dide di qulêrekê de bomba hat dîtin.
Li ser rêbeja ku navçeya Bismila Diyarbekir û navçeya Stewreya Mêrdînê bi hev dû ve girê dide li nêzî mewqiya gundê Aralikê di qulêrekê de 6 tûpên ku wek bombe hatibûn amedekirin hatin dîtin.
Di daxuyaniya ku ji teref Walîtiya Diyarbekirê ve hat dayîn de hat ragihandin ji teref yekîneyên cendirmeyan ve di dema kontrola rê de di qulêrekê de 6 tûpên ku wek bombe hatibûn amadekirin hat dîtin.Li gor daxuyaniyê ji bilî 6 tupan her wiha 50 metro kablo, telsizek, blogeke pîlê û 300 kîlo amonyum nîtarata ku di tûpan de hatibûn bicîkirin hatin bidestxistin.(ÎLKHA)