TSK: 23 endamên DAÎŞê hat kuştin
Di daxuyaniya ku ji teref Hêzên Çekî yên Tirk (TSK) ve hat dayîn de hat diyarkirin ku di encama operasyonên li dijî DAÎŞê hatine lidarxistin de 23 endamên DAÎŞê hatine kuştin.
Hat ragihandin ku Hêzên Çekî yên Tirk (TSK), 33 hedefên DAÎŞê bombebaran kiriye û di encama bombebaranê de 23 endamên DAÎŞê hatine kuştin.
Di daxuyaniya ku ji teref TSKyê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku di dîroka 19ê Hezîrana 2016an de endamê DAÎŞê yên xwe amadekiribûn ku êrîşê Tirkiyê bikin hatine tespîtkirin. Piştî tespîtê 33 hedefên DAÎŞê ji teref TSKyê ve hatiye îmhakirin û di encama vî îmhayê de jî 23 endamên DAÎŞê hatine kuştin. (ÎLKHA)