• DOLAR 32.415
  • EURO 35.024
  • ALTIN 2325.214
  • ...
Di pasajê de teqîn: 4 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li navçeya Qosera Mêrdînê li Qada Ozgurlukê di encama teqîna ku di Pasaja Ozmuhacîrogluyê de pêk hat de 4 kes birîndar bûn.

Gor agahiyên hatine bidestxistin teqîn di derdora saet 17.00an de pêk hat. Di encama teqînê de Hîkmet E.(53), Abdulkerîm Ç.(22), Azîz O.(46) û Baran G.(22) birîndar bûn. Piştê ku gel xeber da tîmên tendirustiyê ambulans hatin ciyê teqînê û birîndaran rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê.

Hat idîakirin ku sedema teqînê narincok e. Nayê zanîn ku ev teqemenî ji teref kî ve hatiye bicîkirin. Di derbarê teqînê de tehqîqat hat dest pê kirin. (ÎLKHA)



 



















Bu haberler de ilginizi çekebilir