• DOLAR 32.553
  • EURO 34.889
  • ALTIN 2426.89
  • ...
"Kursên Qur'anê yên Havînê ji bo zarokên me firset in"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mela Abdurrahman Ozekîncî di derbarê Kursên Qur’anê yên Havînê yên ku ji teref Serokatiya Karûbarên Derve ve tên lidarxistin de axivî.

Mela bal kişand heke dê û bav zarokên xwe bişînin Kursên Qur’anê yên Havînê yên ku ji teref Serokatiya Karûbarên Derve ve tên lidarxistin dê ew bi fayde bibe.

Ozekîncî ragihand ku dê Qur’ana Pîroz roja mehşerê şefaetê li kesên ku Qur’an xwendiye û hîn bûye bike. Dûvre Ozekîncî wiha axivî: “Heke dê û bav zarokên xwe bişînin Kursên Qur’anê yên Havînê ya ku sibe dest pê dike dê ew xêrekî mezin bikin. Divê ku her Misliman Qur’ana Pîroz bixwîne. Kesên ku di derbarê pêşeroja zarokên xwe endîşedar didbin zarokên xwe dişînin dibistanên taybet. Mamosteyên taybet digirin. Divê ku malbat di derbarê Qur’anê de xwedî hesesiyet û hest bibin. Lewra kesa ku Qur’anê dixwîne û hîn dike.”

Ozekîncî diyar kir heke mirov  bes ehemiyetê dinyayê dê civak îfsad bibe. Dûvre Ozekîncî wiha li axavtina xwe zêde kir: “Qasê ku însan ehemiyetê dida madiyatê ew qas giringiyê bidaya perwerdehiya manewî dê îro civak divî reşê de nebûya. Hz Muhemmed (as) dibêje; ‘Kesên ku ji Qur’anê di kîsa wî de tu teştekî tunebe ew wekê mala xirabeye.’ Ji bo ku em nebin mala xirabe divê ku em Qur’ana Pîroz hîn bibin.”

Ozekîncî bal kişand ku Qur’ana Pîroz bes di warê manewiyatê de baş nînin ew di warê madî de jî baş e. Dûvre Ozekîncî wiha ragihand: “Fayda Qur’anê di dinyayê de jî heye. Xwendekarên ku Qur’anê bizanibe dê ew di dersên xwe yên mektebê de jî ser bikeve. Ji ber vî yekê divê ku em ehemiyetê bidin xwendina Qur’ana Pîroz. Kursên Qur’anê yên Havînê ji bo zarokên me firset in.” (ÎLKHA)


 























Bu haberler de ilginizi çekebilir