• DOLAR 32.331
  • EURO 34.994
  • ALTIN 2297.427
  • ...
Xandarên heywanan bendewarê rojên berê ne
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji ber ku li herêmê bûyer diqewimin ji vê yekê tacirên heywanan jî wek neyînî bandordar bûn û xandaran diyar kirin ji ber ku bihayê heywanan zêde bûye wek tacir rewşa wan baş nînin.

Li Diyarbekirê wek bazara heywanan wek pez û dewar bi tevahî 8 der hene. Ji van 3yê wê ji bop ez û 5ê wê jî ji bo dewaran e. Xandarên heywanan diyar kirinji ber bûyerên ku li herêmê diqewimin bihayê heywanan zêde bûye. Ji ber vî yekê jî pîyaseya heywandariyê sekiniye.  

Çawa ku ji bajarên hawîrdor tacir heywan tînin Diyarbekirê bi heman şiklê ji Diyarbekirê jî heywan diçe derveyê Diyarbekirê. Kesên ku tacirtî dikin diyar kirin ku pêvajoya şerê wek neyînî piyaseya heyvanan bandordar kiriye.

Yakup Zulkufogluyê diyar kir ku çendîn sal e ew wek xandar vê karê dike destnîşan kir ji ber ku bihayê heywanan zêde ye tu kesî heywan nayîne bazarê. Ji ber vî yekê ew bi zor û zehmet rojên xwe derbas dikin.

Zulkufoglu di derbarê mijarê de wiha li axavtina xwe zêde kir: “Bi kêmasiya heywanan re bihayê heywanan jî zêde dibe. Ji ber vî yekê karê tacirtiya heywanan pere nake. Kesên ku tên vir haywanan teslîm hildigrin û dibin. Em alif û av didin heywanan. Heke xwediyê heywanan malên xwe nefiroşin dûbare dibin malên xwe. Em li vir 24 saet xizmetê dikin.”

“Heywandarî û xandarî ji homatê rabûn”

Zulkufoglu diyar kir ku roj bi roj û sal bisal ew wek xandar bîriya rojên berê dikin. Her wiha Zulkufoglu ragihand ku ji ber şer û pevçûnan sektora wan jî neyînî bandordar bûye. Dûvre Zulkufoglu axavtina xwe wiha domand: “Me texmîn nedikir ku dê karê me wiha xirab bibe. Randimana ku em dixwazin tune. Heywandarî û xandarî ji homatê rabûn. Ji ber ku pût û alif biha ye û gelê koçê bajaran dike heywandarê wexta ji holê rabe.”

Di dawiya axavtina xwe de Zulkufoglu wiha diyar kir: “Heke dewlet ji bo heywandariyê xebatên nû pêk bîne çêtir dibe. Pêwîst e ku dewlet piştgiriya xwe ya di derbarê vî yekê de zêdetir bike. Nexwe dê dawî heywandarî û xandariyê were.” (ÎLKHA)


 

































Bu haberler de ilginizi çekebilir