• DOLAR 32.452
  • EURO 34.501
  • ALTIN 2474.348
  • ...
Zilmên PKKê yên ku li Gêra Caferê kiriye û tekoşîna destanî -2
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Me ji xizmên Mela Abdurrahman Kaya û Suleyman Solmazê ku şehîdên ewil ên Gundê Gêra Caferê ne di derhaqê jiyan û tekoşîna ku şehîdan li dijî PKKê dane de agahî sitand. Gundê Gêra Caferê ya ku girêdayê navçeya Kerborana Mêrdînê ye di salên 90an de bi qetlîam û zilmên PKKê re rû bi rû maye.

Xizmên şehîdên Gundê Gêra Caferê qala zilm û qetlîamên PKKê ya ku di salên 90an de pêk hatiye kirin. Xizman diyar kirin ku wan hêj jî wan rojên xedar û dijwar ji bîr ve nekirine. Me şehîdê ewil ê  Gundê Gêra Caferê Mela Abdurrahman Kayayê ji birayên wî bihîst. Kaya diyar kir ku PKK li herêmê Îslamê nedixwest. Ji ber vî yekê PKKê kekê wî yê Abdurrahmanî qetil kiriye.

Mela Abdurrahman, di sala 1991an de li Gundê Heştwanê ji teref PKKê ve bi şiklekî wehşiyane hat qetilkirin. Mela, ji eslê xwe ve ehlê Gundê Gêra Caferê bû. Nîvê şevê PKKyiyan êrîşê mala wî kirine û piştî ku tiliyên wî birîne wî çendîn saet dane ber îşkenceyan. Dûvre Melayê bi şiklekî wehşiyane qetilkirine. Cesedê Meal Abdurrahmanî yê ku li ber çavên jina xwe ya dûcan hatiye qetilkirin heta sibê hêştine derve. Her wiha PKKyiyan destûr nedabûn ku şehîd were definkirin.

 “Kekê min ji ber ku dersê Qur’anê dida ji teref êrêxistina mirted ve hat şehîdkirin”

Haci Ehmet Kayayê birayê Şehîd Mela Abdurrahmanî diyar kir hêj ku birayê kekê wî biçûk bûye dest bi dana dersê Qur’anê kiriye û piştî ku eskerî kiriye. Dûvre Hacî Ehmed wiha axivî: “Piştî ku zewicî wek mela çû Gundê Heştwanê. Lê hêj ku 2 meh derbas nebûbû ji teref rêxistina mirted ve hat qetilkirin. Kekê min ji ber ku dersê Qur’anê dida ji teref êrêxistina mirted ve hat şehîdkirin. Ji bo ku însan rêya heqiyê bibînin wî melatî dikir. Kesên ku kekê min nas dikirin jê razî bûn. Wî dilê tu kesî nedişikand. Di Qur’an û sinetê de çi hebû wê dida gel. Rêxistina mirted ji ber ku dînê Îslamê nedixwest kekê min şehîd kir.”

Hacî Ehmed wiha pê de çû: “Kesên ku birayên min şehîd kirin heke îman bi Xweda bînin û bibin Misliman dê bibin birayên me. Lê heke îman neynin û dijî Îslamê bibin dê em heta mirinê li dijî wan bibin. Şehîdên me çi xwestin em jî heman tiştî dixwazin.”

Pîreka Suleyman Solmazê ji şehîdên ewil ê Gundê Gêra Caferê wek axavtin: “Elhemdulîllah, ji bo ku em di vê rêyê de ne poşman nînin. Em dê hemî di rêya wan de bimeşin. Em ji kafiran natirsin.”

Şehîdê Seyyîd ê Gundê Gêra Caferê: Suleyman Solmaz

Seyyîd Şehîd Suleyman Solmazê ku di salên 90an de li dijî zilm û zextên PKKê bû di sala 1993an de dema ku 50 salî bû hat şehîdkirin. Di gel hemî zextan wî dev ji helwest û micadeleya xwe berneda. Di gel umrê xwe ya mezin ew qet ji xebatên Îslamî dûr neket û di serî de zarok wî berî herkesî dida mizgeftan dan Qur’an bieleimin.

Pîreka Şehîd Suleyman Solmazî; Emîne Solmaz diyar kir ku ew ji derveyê gund hatine li gund bicî bûne û bûne şirîkê doza Îslamê ya vî gundê. Her wiha Xanim Emîne diyar kir ku ew poşman nîne û zarokên xwe div ê rêyê de mezin kiriye.

“Dê em hemî di rêya wan de bimeşin”

Xanim Emîne bal kişand kesên ku li gund mane jî talibe şehadetê ne. Dûvre wiha destnîşan kir: “Zirarê şehîdê ji tu kesî re tunebû. Wî soz dabû birayên xwe yên Misliman û heta ew bû şehîd wî bi merhûm Mehmet Ugurtay re li dijî zilmên PKKê bû. Wek Misliman zarokên xwe dişand mizgeftê ku dersa Qur’anê hîn bibin. Ew jî wekê hevalên xwe yên din ji berk u daxwaziyên PKKê red kir hat şehîdkirin. Dema ku ew şehîd bû zarolên wî hêj pir biçûk bûn. Lê wî me di derbarê zarokan de me tembîh dikir. Dê em hemî di rêya wan de bimeşin. Hemd ji Xweda re ji ber ku em di rêya wan de ne poşmam nînin.”

 “Dema ku bavê min şehîd bû ez 11 salî bûm”

Mehmet Emînê lawê Şehîd Suleyman Solmaz diyar kir dema ku bavê wî şehîd bû ew 11 salî bûye. Dûvre wiha axivî: “Dema ku bavê min şehîd bû ez 11 salî bûm. Ji ber ku bavê min Misliman bû û ji fikre wan heznedikir wî şehîd kirin. Ji me re digotin hûn çima zarokên xwe naşînin serê çiyê û zilmê li me dikirin.”

Dê bidome…


 



















Bu haberler de ilginizi çekebilir