• DOLAR 32.372
  • EURO 34.972
  • ALTIN 2325.481
  • ...
Cotkar ji mehsûlan razî ne
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li navenda navçeya Erxenî û gundên girêdayê navçeyê çandina dexlê didome. Cotkaran diyar kirin ew îsal ji mehsûlên wek genim, ceh û nîskê razî ne.

Ji nişteciyên Gundê Kilîsa Qîra Mehmet Tokar ragihand ku îsal randimana mehsûlan çêtir e. Ev yak jî wan wek cotkar kêfxweş kiriye. Tokar wiha axivî: “Li Gundê Kilîsa Qîra 3 roj e ku em dexil didrûn. Hemd ji xweda re mehsûl îsal baş e. di gel zeviyên bejî yên gund randiman baş e. Ev 5-6 sal e ku em ji mehsûlê razî ne. Exlebê gundiyên me genim, ceh û nîsk diçînin.”

Tokar belav kir ku ew mehsûlên xwe difroşin Ofîsa Mehsûlên Axê (TMO). Dûvre Tokar wiha pê de çû: “Em rendevû ji ofîsê distînin. Dema ku wextê rendevuya me tê em mehsûlan teslîm dikin.”

Tokar bal kişand ji ber ku mesûl îsal baş e ka jî îsal çêtir e û gelemperê gel kayê nîskê tercîh dikin. Dûvre Tokar axavtina xwe wiha domand: “Tona kayê nîskê di nabeyna 370-400an de ye. Ya kayê di nabeyna 100-120an de ye. Ji xwe tu kes kayê cehê tercîh nake. Em dirêjin nav zeviyê. Cotkarên ku heywan xwedî didkin tên û tona wê bi 100 TLyan dikirin.”

Çêtirbûna kayê ya îsal him cotkar û him jî xwediyê mekîneyên dirûtinê kêfxweş kir

Ji ber ku mehsûl îsal baş e ka jî bi heman şiklê baş e. Kesên ku heywan xwedî dikin pir kêfxweş in. Her wiha ji ber ku dê xwediyê mekîneyên dirûtinê ji bihayê kayê ji xwe re wek behr hilbigirin ew pir kêf xweş in. Çêtirbûna kayê ya îsal him cotkar û him jî xwediyê mekîneyên dirûtinê kêfxweş kir

 “Em wek xwediyê makîneyên dirûtinê bişev û biroj dixebitin”

Di heyama hesad û çandiniyê de xwediyên makîneyan bişev û biroj dixebitin. Operatorên makîneyan ji bo sezonekî 15 hezar TL pere distînin. Ajovanên trextoran jî di sezonekî de 5-6 hezar TL pere distînin. Ji operatorên makîneya dirûtinê Ramazan Guler diyar kir ku ew di heyama hesad û çandiniyê de xwediyên makîneyan bişev û biroj dixebitin. Guler wiha li axavtina xwe zêde kir: “10 sal e ku ez vî karê dikim. Em ji 15 gulanê pê ve dixebitin. Em dê li Diyarbekir, Xarpêt, Mûşê bixebitin. Dê ev heta 15ê tebaxê bidome. Dûvre em dê garis biçînin.”

Guler wiha dawî li axavtina xwe anî: “Hemd ji Xweda re ku îsal randimana kayê çêtir e. Heke ka pere bike dê me kêfxweştir bibin. Heke cotkar kayê bidin me dê em kêfxweş bibin.” (ÎLKHA)























Bu haberler de ilginizi çekebilir