• DOLAR 32.597
  • EURO 34.798
  • ALTIN 2407.712
  • ...
Dûbare dest bi restorasyona Mizgefta Mezin a Diyarbekirê hat kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mizgefta Mezin a Diyarbekirê ya ku di alema Îslamê de wek 5 emîn Herema Şerîf tê hesibandin ji ber pevçûnên Sûrê restorasyona wê sekinîbû piştî 5 mehan dûbare dest bi ji nû ve sazkirina wê hat kirin.

Mizgefta Mezin a Diyarbekirê ya ku ji teref Wezaretiya Çand û Turîzm û Midûrtiya Giştî ya Wakifan ve ji sala 2010an pê ve dest bi restaorasyona wê hatibû kirin ji ber şerê navçeya Sûrê ev xebat hatibû sekinandin. Hat ragihandin ku restorasyona mizgeftê dûbare dest pê kiriye û ji xeynî mînareyan restorasyona mizgeftê qediyaye. Ji ber vî yekê mizgefta ku berê qapasîteya wê 6-7 hezar kes bû niha ev kapasîte gihaye 10 hezar kesan.

Mizgefta Mezin a Diyarbekirê ya ku ji beşên Henîfiyan, medreseyên Zîncîrîye û Mesûdiye, Beşa Şafiiyan, Maksureya Şerqê û Maksureya Batimakê yanê bi tevahî ji 6 beşan pêk tê ji bi derdora mizgeftê ya rîskî 4 milyon TL fon û 13 sazî hatiye îstîmlaqkirin. Her wiha 10 sazî jî hat xirakirin û van saziyan li ser mizgeftê zêde kirin.” (ÎLKHA)


 















Bu haberler de ilginizi çekebilir