Ji Mursî re cezayekê muebbetê ya din
Muhemmed Mursiyê ku li Misrê di encama derbeyê de ji serokkomariyê hat dûrxistin û wî avêtin girtîgehê di doza 'casustiya li ser bavê Qatarê' de cezaya muebbet jê re hat dayîn.
Wekê kut ê zanîn Muhemmed Mursî li Misrê di encama derbeyê de ji serokkomariyê hat dûrxistin û wî avêtin girtîgehê. Hat ragihandin di doza ‘casûstiya li ser navê Qatarê’ de ji teref Dadgeha Cezaya Qahîreyê ve ji bo Mursî cezaya muebbet a 25 salî û yekê din jî 15 bi tevahî 2 ceza jê re hatiye dayîn.
Cezaya ku dane Muhammed Mursî bes ev nînin. Mursî di 16ê Gulana 2015an de ji teref mehkemê ve cezaya îdamê sitandibû û di doza casûstiyê de cezaya sermedî sitandibû û di doza ‘Di serdegirtinên girtîgehê’ de mehkeme biryara îdamê pejirandibû. (ÎLKHA)