• DOLAR 32.567
  • EURO 34.812
  • ALTIN 2491.533
  • ...
Di nabeyna zanîngehên Bîngol û Lubnanê de protokol hat îmzakirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Fakulteya Îlahiyatê ya Zanîngeha Bîngolê ji bo ku xwendekar di derbarê zimanê Erebî de xwe pêş ve bixin bi Kulliyetu’d-Da’va el-Camîye lîl-Dirasatil-Îslamiye ya Lubnanê re Proja Lihevkirinê ya Zanistî îmza kir. Bi vî projê dê xwendekarên Zanîngeha Bîngolê li Kulliyetu’d-Da’vayê de perwerdehî bibînin.

Zanîngeha Bîngolê dê gor endazeye protokolê nêzê 20-30 akademîsyen, lêkolîner û xwendekar diyar bike û dûvre ji bo perwerdehiyê wan bişîne Lubnanê ku ev kes li Kulliyetu’d-Da’vayê de perwerdehî bibînin.

Hat destnîşankirin ku dê Kulliyetu’d-Da’va xwendekaran ji balafirgehê hilbigire. Her wiha dê zanîngeh ji bo akademîsyen, lêkolîner û xwendekaran di serî de xewgeh çi niyaziyê wan hebe temîn bike. Ji xeynî vê yekê dê Kulliyetu’d-Da’va ji b ovan kesan bernameyên wek gerrê jî li dar bixe.

Rektorê Zanîngeha Bîngolê Îbrahîm Çapak diyar kir ku ev proje ji bo xwendekarên zanîngehê girîng e. Ji ber vî yekê wê temenî kir ku ev protokol bibe wesîla xêrê. (ÎLKHA)


 



Bu haberler de ilginizi çekebilir