• DOLAR 32.602
  • EURO 34.803
  • ALTIN 2499.882
  • ...
Li Edenê çi diqewime?
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Jana malbatên mehkûm û mexdûr ên ku di encama kumpasa ku li endamên Saziyên Civakî yên Siwîl ên Îslamî yên wekê Vahdet-Dera Semsûr û Îhya-Dera Xarpêtê hat kirin de hêj jî wekê ku nû qewimiye bandora xwe didomîne. Li Edenê jî mixabin STKyên Îslamî bi kumpasek wisa re rû bi rû man.

Di encama kumpasa ku hatibû lidarxistin de di 14ê çileya paşîn a 2010an de ji teref Dadgeha Cezaya Giran a 3 yemîn a Meletî ve wek 150 sal ceza ji rêvebir û endamên Îhya-Dera Xarpêtê re hatibû dayîn. Di derbarê vê darizandinê de piştî ku sazkirinekê qanûnî ev doz ji teref Daîreya Cezayê ya 16 emîn a Serdozgeriyê ve dûvare hatibû dîtin û di encama ji nû ve darizandinê de kesên ku ceza sitandibûn hatibûn serbestberdan.

Bi dokuman û belgeyên sexte û beqem kumpas hatibûn lidarxistin û di encama kumpasê de STKyên Îslamî yên wekê Vahdet-Dera Semsûr û Îhya-Dera Xarpêtê wek hedef hatibûn neqandin. Alîkariya li feqîran, bibîranîna Hz Muhemmed (sxl), bibîranîna Hz Huseyîn, protestokirina zilmên Îsraîlê, dana dersên sîyer û tefsîrê wek sûc hatibû hesibandin.

Ji rêvebirên STKyan re 150 sal ceza

Di lencama kumpasên ku li endam û rêvebirên STKyên Îslamî hatibûn lidarxistin de bi tevahî 150 sal cezaya hepsê hatibû dayîn.

Çawa di encama vê cezaya ku hat dayîn de gelek însanên ehlê xizmetê mexdûr bûn bi heman şiklê jî malbatên van mexdûran jî bi derd û kovan pir jan kişandin. Heta dê û bavên hinek kesan ji kerban jiyana xwe ji dest dan.

Normên hiqûqê hatin binpêkirin û çendîn sal ceza ji gelek însanên belengaz re hat dayîn

Bernameyên ku wek destûrdayî hatibûn lidarxistin wek delîlê sûcê hat hesibandin û ceza hat dayîn. Di bergeha komplo û kumpasan de hinek endamên medyayê hatin bikaranîn û zilm hat kirin. Dema ku li Tirkiyê ev neheqî dihat kirin û malbat di nav feryad û fîxanan de bûn tu kesî dengê wan nebihîst û nexwest bibîhîse. Normên hiqûqê hatin binpêkirin û çendîn sal ceza ji gelek însanên belengaz re hat dayîn.

Dema civak hêvîdar bû ku hiqûq tehekkûm bike…

Dema civak hêvîdar bû ku hiqûq tehekkûm bike, edalet pêk were, alîgiriya darazandinê ji holê rabe û hiqûq bi şiklekî wekhev pêk were li Edenê neheqiyekê pir mezin pêk hat. Idîaya kumpasek nû ya ku li STKyên Îslamî hat kirin derket holê.

Di derbarê saziyên ehlê xizmetê yên wekê Platforma Evîndarên Pêxember, Platforma Seferbartiya Tesetûrê (TESSEP), Platforma Azadiyên Însanî û Baweriyê, Umut-Dera Edenê, Cemiyeta Mustezefan, Şura-Der, Îhya-Der, Mekteb-Der, Anadolu-Derê yên ku bi xizmetên xwe yên Îslamî tên zanîn de fealiyetên îslamî wek sûc hat qebûlkirin û ji bo vê yekê doz hat vekirin.
 

Îxbarên ku esl û astarê wê tune wek sûc li dosyayê hat zêdekirin

İdîanameya ku di 30ê Gulana 2016an de ji teref serdozgeriyê ve hat amadekirin Dadgeha Cezaya Giran a 2 yemîn a Edenê nirxand. Piştî vê yekê bal hat kişandin ku tertîbkirina fealiyetên Îslamî wek sûc hat hesibandin vê yekê jî li dosyayê sûcê zêde kirin.

Bernameyên zagonî berê jî wek sûc hatibûn dîtin

Wekê ku tê bibîranîn par Dadgeha Cezaya Giran a 5emîn a Edenê wek 115 sal ceza dabû rêvebirên STKyên ku fealiyetên Îslamî lidardixistin. Ji xwe tê zanîn ku ev kes her tim di bin ragirtiyê de ne. Bernameyên ku wek destûrdayî hatine lidarxistin wek sûc tê hesibandin û dûvre di derbarê lêpirsînê de doz tê destpêkirin û ev bername ji bo sûcê delîl tên dîtin. Ev yek jî nelirêbûna qanûnê dide ber çavan.

Li Edenê bi piştgiriya SODESê fealiyetên mûxbîrtiyê hat lidarxistin

Di raya giştî de hatibû dîtin ku ji teref polês û hêzên tarî yên ku di serdozgeriyê de dixebitin ve li saziyên civakî gelek kumpas di rojname, televîzyonan de cî girtibû. Yekî ji wan jî ew bû ku li Edenê bi piştgiriya SODESê fealiyetên mûxbîrtiyê dihat lidarxistin.

Endamên STKyên ku ji teref PKKê ve êrîş li wan hat kirin mexdûr bûn lê wek bersûc hatin hesibandin

Li Saziyên Civakiyên Siwîl ên Îslamî komployên gelek berfireh dihatin lidarxistin ku di kolanên Edenê de dema ku PKK teşqele derdixist û der û waran dişewitan, peyarê, lembeyên kûçeyan û malan texrîb dikir û STKyên Îslamî hedef digirt dîsa dabaş endamên STKyên ku ji teref PKKê ve êrîş li wan hat kirin mexdûr bûn lê wek bersûc hatin hesibandin.

Edene; bi saziyên paralel ên ewlehî û serdozgeriyê hatibû rojevê

Berê Edene; bi saziyên paralel ên ewlehî û serdozgeriyê hatibû rojevê. Din av van de ya herê balkêş bê guman ‘Doza TIRên MÎTan’ bû. Di operasyona ku ji teref serdozgerî û leşkeran ve hatibû lidarxistin de kesên ku TIRên MÎTan ên ku diçûn Sûrî sewq û îdare kiribûn hatibûn giritin û bi binasiya ragirtina çekan di derbarê wan de doz hatibû vekirin.

Dûvre di encama operasyonên ku li gelemperê Tirkiyeyê li saziya paralelê hatibû lidarxistin de rêxistinên tarî yên di hinek bajaran de eşkere bûbûn. Gelek kes di bergeha vî yekê de hatin binçavkirin û dûvre hatin girtin.

Digel van operasyon û deşîfrebûna van rêxistinên tarî hêj jî hinek hêzên şerê hewl didin bi şiklekî aktîf kumpasên nû lidar dixin.

Li Edenê ji 12 kesên ku rêvebir û endamên STKyan in re bi binasiya endambûna rêxistinê dozek nû hat vekirin. Di dosyaya doza ku ji teref Dadgeha Cezaya Giran a 2 yemîn a Edenê ve hat vekirin de e-postayên ku li ewlehiyan hatibû şandin wek îxbara sûcê hat qebûlkirin. Bernameyên wekê Wîladeta Pîroz, fealiyetên alîkariyê, bernameyên çandî û civakî wek sûc hat hesibandin.

Beşdarbûna bernameya ku li Çorumê ji bo bibîranîna Xoce Atifê Îskîlîpî hatibûn lidarxistin wek sûc hatiye dîtin

Dema ku idîaname tê tehqîqkirin gelek xalên dema ku mirov dîbîne nikare xwe bigire û dikene hene. Bernameyên Wîladeta Pîroz, daxuyaniya di derdarê hîcabê de û beşdarbûna bernameya ku li Çorumê ji bo bibîranîna Xoce Atifê Îskîlîpî hatibûn lidarxistin wek sûc hatiye dîtin.

Alîkarîkirina li penaberên Sûrî wek sûc hatiye dîtin

Ya ecêbtir ew e ku alîkarîkirina 3 milyon penaberên Sûrî yên ku hatine li Tirkiyê Sitirîne wek sûc hatiye hesibandin. Ew alîkarên ku dewlet jî dike dema ku li Edenê ji teref STKyan ve hatiye lidarxistin wek sûc hatuye dîtin. Ev yek jî li idîanameyê hatiye zêdekirin.

Divê ku ev komplo û kumpas werin dîtin

Parêzeran diyar kirin ku dê wekê doza Îhya-Dera Xarpêtê ev doza ku li Edenê hatiye destpêkirin dê bibe sedema mexdûriyetek mezin. Ji ber vî yekê divê ku ev komplo û kumpas werin dîtin.

Wekê ku tê zanîn dê dabaş doz di 27ê Îlona 2016an de li Dadgeha Cezaya Giran a 2 yemîn a Edenê were dîtin. (ÎLKHA)



 













Bu haberler de ilginizi çekebilir