• DOLAR 32.334
  • EURO 35.087
  • ALTIN 2296.392
  • ...
`Em ê di tatîlê de biçin kursa Qur`anê`
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Digel bi dawîbûna heyama perwerde û hîndekariya 2015-2016an a li Rihayê tevde 614 hezar 864 xwendekarên ku li pêşdibistan, dibistana seretayî , dibistana navîn û lîseyê dixwandin karneyên xwe girtin.Xwendekarên ku bi kelecaneke mezin karneyên xwe standin di daxuyaniyên ku dan ÎLKHAyê de diyar kirin ji ber betlaneya havînê ew ê biçin Kursên Qur`anê û mizgeftan û bişikleke herî baş ew ê tatîlên xwe binirxînin.

Kesê bi navê Ehmed Oncelê ku ji ber standina karneyê pir kêfxweş bû di derbarê mijarê de wiha axivî: “Ez îro pir bextewar im û ez hevalên xwe jî tebrik dikim.Ew jî weke min xebitîn û bi ser ketin.Min  bi keda xwe qezenc kir.Ez ê di tatîlê de biçim Kursên Qur`an û matematîkê.”

Osman Kiliçê ku bi madalyaya ku standibû bûbû sêyemînê pola xwe di derbarê mijarê de diyar kir ew ê di tatîlê de biçe Kursa Qur`anê û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ez ê ji ber ku karneye bigirim  pir bi kelecan im.Min madalyaya xwe ya sêyemîntiyê qezenç kir.Min zêde nedifikirîbû ku ez ê bibim sêyemînê polê.Lê ji ber serkeftina xwe ez bûm sêyemîn.Ez hevalên xwe yên ku reqîbên min bûn jî pîroz dikim.Ez ê di tatîlê de biçim Kursa Qur`anê.”

Gelek xwendekarên din ên ku karneyên xwe bi kelecaneke mezin girtin di derbarê karneyên ku standinê de kêfxweşiyên xwe anîn ziman û diyar kirin  ew ê tatîla xwe bi lîstik, xebat û çûyîna dersa Qur`anê derbas bikin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir