• DOLAR 32.577
  • EURO 34.929
  • ALTIN 2429.852
  • ...
Li Edenê bi e-postayên sexte di derheqê  STKyên Îslamî de doz hat vekirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Edenê di derheqê 12 kesên rayedarên STKyên Îslamî û rojnamegeran de bi sûcdarkirina endambûna rêxistinê doz hat vekirin.

Piştî nirxandina îddîanameya ku ji teref dozgeriyê ve hatibûn amedekirin di Mehkemeya Cezaya Giran a 2 yemîn a Edenê de e-posteyên bêesil ên ku ji yekîneyên ewlehiyê re hatine şandin wek îxbara sûcê hatin qebûlkirin û beşdarbûna fealîyet, bername, Wîladeta Pîroz û daxuyaniya çapemeniyê  yên ku ji teref STKyên Îslamî ve dihatin tertîpkirin wek sûcê hatin wesfandin.

 “Bi e-postayên sexte li dijî STKyên Îslamî teşebûsa kumpasê heye”

Mustafa Yavuzê ku ji parêzerên Baroya Edenê ye di derbarê doza ku Mehkemeya Cezaya Giran a 2 yemîn a Edenê hatiye vekirin de diyar kir hemû tişt bi  e-postaya bêesil a ku di 30 Berfanbarê de ji Walîtiya Edenê re hatiye şandin dest pê kiriye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Piştî wê e-postaya ku tê diyarkirin ji Walîtiya Edenê re hatiye şandin  Serdozgeriya Komarê ya Edenê di 24ê Çilêya 2014an de lêpirsîn daye destpêkirin.Ji teref ewlekariya Edenê ve li dijî van STKyên ku qala wan tê kirin nêzî 3 salan hatine taqîbkirin.Di encema vê taqîbê de bang li rayedarên STKyan kirine û li ewlekariyê îfadeya wan girtine û lêpirsîn piştî 2 salan xelas bûye.Piştî vê xelasbûnê îddîaname ji teref Mehkemeya Cezaya Giran a 2 yemîn a Edenê ve hat qebûlkirin.”

 “Beşdarbûna bernameya Wîladeta Pîroz jî wek sûc hatiye qebûlkirin”

Yavuz diyar kir ew bi teblîxata ku hatine malên endamên STKyên Îslamî hîn bûne ku doz hatiye vekirin  û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Sûcdarkirinên ku di îddîanameyê de tên kirin yek ji wan ne şênber in û bi rê û rêbazên bêhiqûqî hatine amedkirin.Di îddîanamê de fealîyetên Îslamî û însanî yên ku hatine kirin û xebatên Paltforma Evîndarên Pêxember a ku bi bernameyên ku tertip dike hewil dide navê Hz. Muhammed li çar aliyê welat belav bikin wek sûc hatiye hesibandin.Di îddîanemê de Wîladeta Pîroz, Bernameya Mewlûdê, Fetha Mekkê, şeva şehadetê, pêşangaha wênê, mîtîng, konferans , daxuyaniya çapemeniyê û ziyareta qebran û her wiha tertîpkirina pîrozkirina îdê û beşdarbûna van yekan wek hêmana sûcê hatiye qebûlkirin.”

 “Gelo Edene jî kumpasa duyemîn a wek Îhya-Der Elezîzê ye?”

Yavuz di berdewama axavtina xwe de diyar kir ji teref mehkemê temamê dosyayên berê yên di derheqê STKyan de hatine xwestin û bi vê helwestê tê xwestin ku dosyayê girantir bikin.Yavuz her wiha diyar kir heman tiştê ku qala wê tê kirin li Edenê li dijî Umûd-Derê hatibû kirin û di vê bêhiqûqiya ku hatibû kirin de endamên komelê tevda 100 sal ceza xwaribûn.

Yavuz di berdewama axavtina xwe de diyar kir di dareza ku bi TIRên MÎTê hatibû rojevê de problem heye û ev yek hêj ji rastê nehatiye rakirin û kumpasa Îhya-Dera Elezîzê a niha li Edenê tê tetbîqkirin.Yavuz dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Her çi qas Dadgeha Bilind dosyaya Îhya-Dera Elezîzê bi xwesteka beratê xera kiribe jî  di dosyaya lêpirsînê ya ku ji teref dozgeriya Edenê ve hatiye vekirin de weke ku di aleyhê de bê hatiye bidestxistin ku ev yek jî bêhiqûqî ye.”

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin  ew ê doz di 27ê îlona 2016an de li Mehkemeya Cezaya Giran a 2 yemîn a Edenê bê dîtin û hiqûqnas dê vê dozê bişopînin.(ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir