• DOLAR 32.575
  • EURO 35.015
  • ALTIN 2428.45
  • ...
Zilma PKKê ya li Gêra Cafer û berxwedana destanî (1)
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

15 kesên Gêra Caferî bi berikên PKKê şehîd bûn.Berxedana destanî ya Gêra Cafera ku di salên 90î de li dijî PKKê berxwe daye û mucadele kiriye hêj tê axavtin.

Naskirîyên şehîdên ku di qetlîam û zilmên PKKê de hatine şehîdkirin zilm û qetlîamên ku ji teref PKKê ve li gundê Gêra Cafer hatine kirin hêj ji bîr nekirine.

Di sala 1991an de cara ewil PKKyiyên çekdar xwe diberdin nava gundê Gêra Cafer û  temamê gundîyan li dereke top dikin û bi vî awayî li gundîyan gefê dixwin “Hûn ê bi şikleke birêkûpêk pere bidin me, ji her malê herî kêm zarokek ew ê tevlî sefên me bibe û hûn ê raya xwe bidin SHP/HEPê…” Piştî van gotinan ji Gêra Caferiyan Mehmet Ugurtay dirabe li ser piyên xwe û bersiva wan wisa da “Hûn kî ne, gelo hûn eşqiya ne?Em dê ne pere û zarokên xwe ne jî rayên xwe bidin we.’Mehmet Ugurtay di wê demê de bi vê helwestê li ber wan re rabûbû.Piştî van axavtinan PKK zilm û zextên xwe li ser gund zêdetir kir.Mehmet Ugurtayê ku muxtarê gund bû çendîn carî hat revandin. Ji wê rojê pê ve çendîn caran êrîşên çekdarî lê hatin kirin û Ugurtay di her êrîşê de bi şikleke birîndar xelas bû.

Alimên ku propagandaya PKKê nekirin hatin kuştin

PKKyê ku di wan rojan de alim û melayan kiribû hedefa xwe  dîsa di wan rojan de li gundê Zêwukêya ku nêzî gundê Gêra Cafer e, Mela Remezan ji ber ku propagandaya PKKê nekiribû li ber dîwara mizgeftê û dîsa Mela Evdirrehman jî bi îşkenceyan hat qetilkirin.Xebera qetilkirinan li gundê Gêra Cafer bû sedema  înfîalê û ji ber vê bûyerê nefreta xelkê gund a li dijî PKKê zêdetir kir.

Kemîna bi xwîn: 5 şehîd 10 birîndar

PKKyiyên ku di salên 1996an de xwe ji çiyê berdabûn, kemîn li ber gundîyan danîn û wê demê bi çekên giran êrîş birin li ser gundiyan ku dikirin biçin gundên xwe .Di êrîşa wê demê ya ku hat kirin de Beşîr Tokdemîr, Mahmut Kaya, Hasan Orhan, Huseyîn Orhan û Ramazan Orhan hatin qetilkirin.

Li ser rêya gund mayîn hat bicîkirin

Elî Tokdemîrê 15 salî yê ku di sala 1995an de li mizgefta gund ilm tehsîl dikir  dema ku nexweş ket wî bi traktorê rakirin nexweşxanê.PKKyiyên ku xebera vê yekê standin di rêya gund de mayîn bicîkirin. Di êrîşa bi mayînî de Beşîr Ulaş, Selîm Orhan û Mehmet Elî Tokdemîrê 15 salî jiyana xwe ji dest dabûn.Nûsrettîn Çîçekê ku li Batmanê mekteb dixwand jî  di sala 1995an de dema ku diçû gund kesên PKKyî wî revandibûn û carek din xeber jê nehatibû girtin.

 “Me 15 şehîd dan, heger ku hewce be em ê zêdetir bidin”

Hecî Ekrem Çîçekê ku ji êş û elem, kovar û derdê gundiyên Gêra Cafer re bûye şahid  diyar kir digel Mehmet Salih Kaya li gundê wan tevde 15 şehîd hene û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Temamê van şehîdan di rêya Xweda û Resûlê Wî de şehîd bûn.Vanan  ji bona menfeat û malê dinyayê nemirin. Xwîna van însanan di rêya Xweda û Resûlê Wî û di oxira Îslamê de hat rijandin.Dijmintiya van kesan bi tu kesî re nîn bû. PKK zextan li me û li şehîdên me kir.Lê me ji wan re got ku em teslîmî  kufra we nabin û heger ku pêwîst be em ê malên xwe ji van deran bar bikin.Piştî ku me van tiştan ji me re gotin ku ‘ Hûn biçin kû derê jî nikarin ji destên me xelas bibin, lê heger ku hûn bibêjin em ne Misliman in em wê demê êdî nema bela xwe li we bidin û em ê dev ji we berdin.’ Ez dikarim vê yekê bibêjim, ev birayên me canê xwe di rêya Îslamê de feda kirin.Bawer bikin di navbera me û wanan de tu lihevnekirina dinyevî çênebû.Di temamê şehîdên me de wesfên qencî, alîkarî û girêdayîbûna dînê Îslamê hebû.”

 “Ji bo arvan nedihiştin em genim bibin aş”

Çîçek di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew û şehîdan hevdû baş nas dikirin û bi hev re gelekî samîmî bûn.Çîçek dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Em û Şehîd Hecî Mihemed, Hecî Sileyman û Şehîd Mela Evdirrehman bi hev re mezin bûn û gelek rojên me bi he re derbas bû.Em wek birayan bûn, me digel hevdû li dijî zehmetîyan li ber xwe dida.Amborgo anîn li ser me.Nedihiştin ku em ji bo arvan, genim bibin aş.Tu kes silav jî nedida me.Dostê me jî bi re dest bi neyartiyê kirin.Însan dema ku ji me pirs dikirin ‘hûn çima ne weke me ne?’ Me jî ji wan re digot ku em ji we ne bi ferq in.Dû re dest pê kirin û yek bi yek me şehîd kirin.Sal 1991 bû, ez û Şehîd Hecî Mihemed li bal hev bûn, kesek hat ba me û got ku PKKyiyek dixwaze pê re hevdîtinê bike.Ez jî pê re çûm û min nexwest wî tenê bihêlim.Hecî Mihemed ji kesê PKKyî pirs kir ‘Ka hûn çi ji me dixwazin?’ Piştî vê pirse PKKyiyê li wê derê wisa got ‘Hûn li vî memleketî cihewaziyê derdixin.Hûn doza Îslamê dimeşînin.Ji ber hebûna we tu kes bi aliyê me de nayê.Em vê yekê qebûl nakin. Heger ku hûn cardin Mislimanbûyîna xwe îqrar û tekrar bikin em ê we bikujin.”

“Te gotiye ku  derketina qîzan ji serê çiyayan re haram e”

Hecî Ekrem Çîçek di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew bes dînê Xweda ji xelkê re teblîx dikirin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dû re Mela Evdirehman dest bi axavtinê kir.PKKyiyan jê pirs kirin tu melayê kû derê yî û li kû derê melatiyê dikî?Mela Evdirehman jî got ku ew melayê gundê kêlêkê ye û ew ji însanan re doza Xweda û Resûlê Wî tîne ziman.Ji ber van gotinên kesên PKKyî ji Mela Evdirehman re gotin ‘ Te gotiye ku derketina qîzan a serê çiyê haram e, gelo ev rast e?’ Mela Evdirehman jî wiha bersiva wan da ‘Ez vê yekê nabêjim, Xweda û Resûlê Wî dibêje.Tiştê ku Xweda haram kiribe ez ê çawa helal bikim.’Axavtin bi awayî bîskek berdewam kir û me xwest ku em biçin.Dema ku em rabûn PKKyiyan nasnameyên me ji me xwestin.Dema ku me nasnameyên xwe da wan bi pênûsa sor xezek li ser nasnameya Mela Evdirehman kişandin.Wê rojê dema ku Mela Evdirehman hat şehîdkirin  Hecî Mihemed jî li wê derê bû û ew jî birîndar bû.Ev însan canên xwe di rêya Xweda û Resûlê Wî feda kirin.Di dilên wan de li dijî tu kesî neqencî û nebaşiyek û niyeteke xerab tune bû.”

PKK li ser rêya gund kemîn danîye û disekinî

Çîçekê ku qala wan serpêhatiyên xwe yên ku di wan rojên tarî de hatibûn serê wî dikir di berdewama axavtina xwe de wisa axivî: “Rojekê ez û Şehîd Hesen,Huseyîn û Şehîd Beşîr digel hev dimeşiyan. Şehîd Beşîr rewşa gund ji min pirs kir.Min jî jê re got ku tu mişkîle nîne.Li wê derê ez mecbûr mam ku li wê derê ji wan biveqetim û min ji wan re got ku haya xwe ji xwe bikin.Ew jî ji min re gotin înşaallah tu tişt nabe  û çûn.Ew şehîd dema ku diçûn gundê ku cîranê

me bû PKKyiyan xebera wan standîye ku ew tên bi gund ve. Ji ber vê yekê li rêya gund kemîn danîne û li benda wan sekinîne.Dema ku hevalên me yên şehîd gihaştin wê derê PKKyiyan di ser wan de reşandin û ew jî ketin pevçûnê.Di encama vê pevçûna ku pêk hat de her 3 hevalê me şehîd bûn.Ji ber ku wextê îş bû zêde tu kes li gund nîn bû.Ji ber vê yekê qereqol xebera şehîdan da Hecî Mihemed.Ji ber ku gelekî zêde bûbû dereng, me serê şeveqê çû rahişte şehîdên xwe .Rehma Xweda li ser şehîdên me be.”

“PKK digel 1500 çekdarî êrîşî gund kir”

Hecî Ekram Çîçek di berdewama axavtina xwe de diyar kir niyeta van însanan tenê riza Xweda û ji rêyên nebaş dûrkirina însanan bû û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ev yek jî li hisabê PKKê nehat û hevalên me şehîd kirin.Ji hevalên me Şehîd Mehmûd jî li têketina gund de hat şehîdkirin.Wê rojê nêzî 1500 PKKyî dora gundê me girtibûn.Wê rojê pevçûn heta şeveqê berdewam kir.Dema ku pevçûn berdewam dikir PKKyî agir berdane dora gund.Hevalên me yên ku dilnerehet bûn Xweda bi bîr anîn û salawat anîn.Ji PKKyiyan PKKyiyekî ku vê yekê bihîst ji Hecî Mihemed re gotibû ‘ De  hayde bila Xwedayê we were û we xelas bike, îro an hûn ê teslîm bibin an jî hûn ê tev bimirin.’ Heyeta me bi mucadele kirina wan re derbas bû.Kesên ku di vê oxirê de şehîd bûn ji bona doza Xweda û Resûlê Wî şehîd bûn.Rebbê min, bike nesîbê me da ku em jî di rêya wan de bimeşin.Em çawa ku ji şehîdên xwe razî bin, Xweda jî bi heman awayî ji wan razî be.”

 “PKK  di ya rastiyê de bi Îslamê re şer dikir”

Hecî Ridwan Çîçekê ku ew jî Gêra Caferî bû, zilma ku ji teref PKKê ve li wan hatiye kirin anî ziman û wiha ragihand: “Ez li vê derê hatim dinyayê û li vê derê mezin bûm.Em wek xelkê Gêra Cafer xelkeke Misliman in.Van zaliman bela xwe ji me venekirin. Ji me xereç xwestin û teleb kirin da ku em qîz û lawên xwe bişînin serê çiyan.PKK ji me re digot ‘Li vê heremê ji dawa me pê ve tu dawa nînin.Heger ku hûn li doza Îslamê xwedî derkevin, ew ê doza me têk biçe.’ Dema ku me xwesteka wan qebûl nekir dest bi êrîşan kirin.Me jî li dijî wan li ber xwe da û di vê oxirê de me şehîd dan.Ji ber ku ew layiqê vê mertebê bûn Xweda şehadet kir nesîbê wan.Em jî hêvî dikin ku Xweda şehadetê bike nesîbê me jî.”

Ew ê berdewam bike…(ÎLKHA)





























Bu haberler de ilginizi çekebilir