• DOLAR 32.586
  • EURO 35.007
  • ALTIN 2427.824
  • ...
Xebatên Îslamî yên Mela Arifî zaliman ditirsand
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Arif Keserê ku di sala 1965an de li Gundê Dêra girêdayê Mûşê hatibû dinê ji zaroktiya xwe pê ve aşiqê ilmê bû. Keserê ku jiyana xwe bi ilm û îrfanê derbas kiriye piştî perwerdehiya xwe ya medresê ji kesên li hawîrdor re dest bi qala Îslamê kiriye û bûye wesîla hîdayeta gelek kesan.

Mela Arîfê ku di sala 1991an de Cemaeta Hîzbullahê nas dike ji ber samîmîyet, cehd û xebata xwe di karûbarên cemaetê de wek aktîf cî girt. Mela Arîf Keser, bi exlaqê xwe ya xweş dihat zanîn. Keser ji bo ku esnafê Mûşê Îslamiyetê baş nas bike ew helek xebitî. Ji ber vî yekê ew bû hedefa PKKê.  

Hezkiriyên Mela Arif Keserê ku di sala 2000an de li Edenê dema li mala xwe bû di encama serde girtina polêsan de hatibû qetilkirin ji ÎLKHAyê re qala wî kirin.

Zahîde Keserê jina Arîf Keserî diyar kir ku mêrê wê li ber çavê wê bi 36 berikan hatiye qetilkirin. Zahîde Keser destnîşan kir ku wê çendîn sal bi mêrê xwe re wek mihacir jiyaye. Dûvre Zahîde Keser wiha li axavtina xwe zêdekir: “Em bi şehîdî re him xizm û him jî cîran bûn. Piştî ku ez bi zilamê xwe yê 7 sal ji min mezintir re zewicîm me gelek zehmetiyan kişand. Çendîn sal em wek mihacir jiyan. Xebatên Îslamî yên Mela Arifî zaliman ditirsand. Di sala 2002yan de polêsan li ser mala me de giritn. Di encama şerê ku derket de hevalê mêrê min Hatîp Dag jiyana xwe ji dest da û mêrê min jî birîndar bû.”

Keser diyar kir dema ku wê bi qîza xwe re li Mela Arîfî dinêrtin polês hatine hindir û 36 berik li ser laşê mêrê wê de teqandine. Keser diyar kir ku piştî vê yekê mêrê wê wek birîndar rakirine nexweşxanê.

 “Li nexweşxanê heqaretê li me kirin, 4 mez ez di girtîgehê de mam”

Zahîde Keser wiha li axavtina xwe zêde kir: “Piştî bûyerê me mêrê min rakir nexweşxanê. Li vir polêsan cûn û heqaretê li me kirin. Me wî li nexewşxaneyê ji dest da. Li nexweşxanê heqaretê li me kirin û 4 mez ez di girtîgehê de mam. Piştî girtîgehê min zarokên xwe hilgirt ez çûm gund. Tu tiştekî min tunebû. Gundiyan alîkariya me kirin. Hemd ji Xweda. Min her tim şikir kir.”

 “Xweda heqê me ji zaliman re nehêle”

Keser belav kir ku ew her tim ji zarokên xwe re qala exlaqê bavê wan dike. Dûvre Kevser wiha pê de çû: “Ez ji zarokên xwe re qala dînê Îslamê û exlaqê bavê wan dikim. Di vî bergehê de min hewl da ku zarokên min baş werin terbiyekirin. Ez ji jiyana xwe razî me. Divê ku em şikirdar bibin. Dilê me birîndar e. Xweda heqê me ji zaliman re nehêle.”

“Rêya ku bavê min di nîvî de hêştiye dê em bidomînin”

Qîza şehîdî Ayşe Keser diyar kir ku ew her tim hesreta bavê xwe dikêşin. Keser diyar kir ku ew jî wekê bavê xwe ji Îslamê re xizmet dikin û dê qet dev ji vî xizmetê bernedin. Dûvre Ayşe wiha ragihand: “Dîtina bavê ya ji dûrve jî xweş e lê me vî yekê nedît. Hemd ji Xweda re ku şehadet bû nesîbê bavê min. Înşaellah Xweda şehadetê dike nesîbê me hemiyan. Rêya ku bavê min di nîvî de hêştiye dê em bidomînin. Dê her tiştên ku bavê min di nîvî de hêştiye em temam bikin. Em ji jiyana xwe razî ne. Wextê me her tin bi hînbûna ilm û xwendina Qur’anê derbas dibe.”

“Li Entabê Qur’anê hînê bi sedan kesan kir”

Kekê şehîdî Mustafa Keser bal kişand ku birayê wî dema zarok bû aşiqê ilmê bû. Keser diyar kir ku li Entabê ew û birayên wî yê şehîd dûçarê êrîşa PKKê bûne. Dûvre Keser wiha pê de çû: “Bi şiklekî baş wezîfeya xwe ya melatiyê pêk tanî. Merd bû. Di dinyayê de ji tu tiştî neditirsa. Ji ber ku xebatên Îslamî didomand dûçarê êrîşa PKKê bû. Dest bi jiyana mihacirtiyê kir. Nêzê 10 salan em li Entabê man. Wî li Entabê Qur’anê hînê bi sedan kesan kir. Însanek wiha bû. Li vir PKKê êrîşê min û birayê min kir. ez bi şiklekî giran birîndar bûm. Piştî vî yekê Mela Arif çû Edenê. Ew li wir li ber çavên zarokên xwe şehîd bû.”

 “Mela Arif dev ji keriyê berdida diçû beşdarê meclîsên ilmê dibû”

Ji xizmên Mela Arifî; Hasa Ozçelîkê ku li Gundê Dêrê melatî dike diyar kir şehîd dema 12 salî bûye şivantî kiriye. Mela Arif dev ji keriyê berdida diçû beşdarê meclîsên ilmê dibû.

Ozçelîk diyar kir ku Mela jiyana xwe her tim bi ilm û îrfanê derbas dikir û wî li Wanê îcazet sitandibû. Dûvre Ozçelîk wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ez zavayê Mela Arif im. Ew jî alim bû û însanek fidakar bû. Wextê xwe her tim bi îlmê re derbas dikir. Îcazeta xwe li Wanê li cem Mela Raşîd sitand. Me bi hev re medrese xwendiye. Di sala 1987an de koçê Entabê kir û li wir medrese vekir. Ji ber ku xebatên wî yên Îslamî hebû PKK dev jê berneda.”

Ozçelîk destnîşan kir ku PKKê digot ‘heke hûn li vir bixebitin em nikarin li vir doza xwe mezin bikin.’ Ozçelîk ragihand ku Şehîd Mela Arif li ser îxbara PKKê di sala 1995an de hatiye girtin. Dûvre Ozçelîk wiha pêde çû: “Piştî ku salekî di girtîgehê de ma derket. Dûvre dîsa dewlet got ; ‘tu Hîzbullahî, tu li dijî dewletê yî.’ Ji ber vê yekê çend car têket hepsê. Mela Arif dev ji xebatên Îslamî berneda. Wê qalkirina Îslamiyetê ya ji gel re domand. Dijminê tu kesî nebû. Exlaq xweş bû. Li dijî taxut, sosyalîst û emperyalîstan bû. Wêrek û mêrxas bû.”

Ozçelîk diyar kir ku hevalên wî jê re gotine; ‘em te bibin Ewrûpayê. Tu li vir rehetî nabînî.’ Lê wî wek bersiv gotiye; ‘ez dost û ehbabên xwe tenê nahêlim. Wekê ku mirov keriyê tenê bihêle dibe.’ Dûvre Ozçelîk wiha dawî li axavtina xwe anî: “Ew dema ku li Edenê mihacir bû ew giha merteba ku Resûlê Xweda di duayên xwe de her tim dixwest. Xweda me ji şefaeta wî mehrûm nehêle.” (ÎLKHA)


 



















Bu haberler de ilginizi çekebilir