• DOLAR 32.574
  • EURO 34.941
  • ALTIN 2426.025
  • ...
Dest bi dana paşîvê ya mehkûmên li girtîgeha Bandirmayê kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Piştî ku ÎLKHAyê bi serenava ‘Li Girtîgeha Bandirmayê paşîv nadin mekûman’ mijara nelirê anî rojevê ev mijar di demekî kurt de li ser malpera civakî de cî girt. Hat ragihandin ku dawî li vî miemeleya nelirê hatiye.

Piştî ku ev mijar li ser malpera civakî bi şiklekî fireh cî girt di derbarê mijarê de di serî de Qeymeqamê Bandirmayê Tuncay Sonel gelek rêvebir di hesabên xwe yên civakî de diyar kirin ku dê di vî yekê de çi hewce bike were kirin.

Dabaş mijarê ji mehkûman Giyasettîn Arslanê lawê Ahmet Arslanê girtî namekê ragihandibû ÎLKHAyê. Dûvre Giyasettîn Arslan di derheqê mijarê de daxuyanî da. Arslan diyar kir piştî weşandina vî xeberê midûrê girtîgehê çûye girtîgehê û bi xwe bi wan re hevdîtin kiriye. Di hevdîtinê de midûr diyar kiriye ku dê ev rewş were sererastkirin.

Giyasettîn Arslanê ku çûbû dîtina bavê xwe wiha axivî: “Dîtina bavê min hebû. Em jî wek malbat çûn dîtina bavê min. Di rojevê de mijara paşîvê hebû. Bavê min jî ji me re got; ‘Piştî xebera ku hat weşandin hemd ji Xweda re ku ev pirsgirêk hat çareserkirin û midûrê girtîgehê hat qawîşa me û diyar kir ku dê pirsgirêk were çareserkirin. Piştî vê yekê ji bo paşîvê xwarina taybet ji me re hat. Xweda ji kesên ku keda wan tê de heye razî bibe.’ Em jî li ser vî yekê dibêjin Xweda ji wan kesên ku ji bo vî çareseriyê hewl dane razî bibe.” (ÎLKHA)


 





Bu haberler de ilginizi çekebilir