• DOLAR 32.382
  • EURO 35.666
  • ALTIN 2324.566
  • ...
Li Edenê Idîaya kumpasek nû a ku li STKyên Îslamî tê kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Edenê di derbarê 12 kesên ku di nav wan de endamên STK û rojnameger jî hene de bi hinceta ‘endambûna rêxistinê` doz hat vekirin. Di idîaya ku ji teref serdozgeriyê ve hatiye amadekirin û ji teref  Mehkemeya Cezaya Giran a 2 yemîn a Edenê ve di dîroka 30 Gulana 2016an de hatiye nirxandin de beşdarbûna fealiyetên Îslamî wek sûc tê hesibandin.

Endamên rojname û STKyan piştî ku teblîxname ji wan re hatiye şandin zanîne ku di derheqê wan de doz hatiye vekirin. Li ser vî yekê mexdûr çûne edliyeyê. Li vir pê hesiyan ku di derbarê Emîn E, Huseyîn B, Nasrettîn K, Ekrem, Gokhan D, Selahattîn Y, Ayhan K, Hîkmet T, Velît D, Mehmet K, Emrah G û Yunus Alî Eyê de bi hinceta ‘endambûna rêxistinê` doz hatiye vekirin.”

STKyan bal kişandin ku li Edenê kumpasek nû heye. Her wiha wan diyar kirin bes ji ber ku beşdarê bernameyên Îslamî bûne ji teref mûxbîran ve di derhaqê wan de doz hatiye vekirin. Ji ber vî yekê ew gelek heyirîne.

Di dozê de komeleyên Îslamî jî bûne hedef

Her wiha bal hat kişandin ji bo ku gelo têkiliya saziyên wek Platforma Evîndarên Pêxember, Platforma Seferbartiya Tesetûrê (TESSEP), Platforma Azadiyên Însanî û Baweriyê, Umut-Dera Edenê, Cemiyeta Mustezefan, Şura-Der, Îhya-Der, Mekteb-Der, Anadolu-Derê bi rêxistinê re heye yan ne were tehqîqkirin.

Hat ragihandin ku dê niştina ewil a vî idîanameya ku di 30ê Gulana 2016an de ji teref serdozgeriyê ve hatiye amadekirin û ji teref Dadgeha Cezaya Giran a 2 yemîn a Edenê ve jî hatiye nirxandin di 27ê Îlona 2016an de were dîtin. (ÎLKHA)


 


 

Bu haberler de ilginizi çekebilir