• DOLAR 32.596
  • EURO 34.863
  • ALTIN 2495.215
  • ...
Ji 3 zarokên xwe yên astengdar re dê û bavtî dike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bav Muhammed Musa Şêxoyê Sûriyeyî yê ku nêzî 3 sal berê ji şerê Sûrî reviye û 3yê wî astengdar 1ê wî nexweş bi 5 zarokên xwe li navçeya Qosera Mêrdîn sitiriye dil û ninava mirov dişewitîne.

Bavê Şexoyê piştî ku li Qoserê sitiriye hewl dide bi derfetên xwe ji 3yê wî astengdar 1ê wî nexweş bi tevahî 5 zarokên xwe re dê û bavtî bike. Bav nêzî salek berê jina xwe ya Kesume Ehmed Şêxoyê di qezaya trafîkê de ji dest daye. Piştî ku Musa Şêxo cara 2 yemîn dizewice jina wî di demekî kurt de wî terk dike.

Şêxoyê ku ji zarokên xwe re him dê û him bavtî dike îhtiyacên zarokên xwe hemî bixwe temîn dike. Bav Şêxo her roj 3 zarokên xwe di axûşa xwe de dibe qedemhehê û tîne. Şêxoyê 44 sal diyar dike ku ew gelek zehmetî dikêşe. Ji ber vî yekê ew hêvîdar e ku xêrxwaz alîkariya wî bikin.

 “Ji mirina jina min a ku di qezayê de mir pêve ez ji zarokên xwe re him dê û him bavtî dikim”

Şêxo diyar kir ku ew 3 sal berê ji bajarê Hesekê ji ber şerê Sûrî reviye û hatiye li navçeya Qosera Mêrdînê sitiriye. Dûvre Şêxo axavtina xwe wiha domand: “Li Sûrî mala me hebû lê êdî tune. Lewra her der bûye kavil. Jina min 8-9 berê di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da. Ez dûbare zewicîm. Lê jina min got; ‘ez nikarim liv an zarokan binerim.’ û me terk kir. Ji 5 zarokên min 3yê wî astengdar in. Qîza min a Berîvan 26 salî ye. Elî 21, Ozan 16 salî ye. Ev ji zikmakî ve astengdar in. Tarînê 10 salî jî dûçarê nexweşiyekî bûye. Dikeve êdî ranabe. Yê silamet Nureddînê 6 salî ye. ji ber ku ew nikarin bi rê ve biçin ez wan di axûşa xwe de dibim qedemgehê û tînim. Ji mirina jina min a ku di qezayê de mir pêve ez ji zarokên xwe re him dê û him bavtî dikim. Xwarina wan ez çêdikim. Ez hosteyê ceyranê me. Lê rokek îş heye 10 roj tune.”

 “Ji ber ku ez wan her roj didim pişta xwe pişta min têşê, ez bendewarê alîkariyê me”

Şêxoyê ku bi şiklekî şîn û girîn rewşa xwe anî ziman bang li xêrxwazan kir da ku alîkariya wî bikin. Dûvre Şêxo wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ez ji xêrxwazan alîkarî dixwazim. Êdî taqeta min nemaye. Ji ber ku lawabo li derve ye ez zêdetir aciz dibim.  Ji ber ku ez wan her roj didim pişta xwe pişta min têşê, ez bendewarê alîkariyê me.

Berîvana qîza astengdar a mezin jî bi zehmetî diyar kir ku dayîka wê çûye cinetê û ew bixwe jî dixwaze ku biçe Sûrî. (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir