• DOLAR 32.571
  • EURO 34.913
  • ALTIN 2424.157
  • ...
Birayê Şêx Îzeddîn Aksanî wefat kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji alim û rîsipiyên Rihayê û pêşengê menewî yê şaxa Gaznewiya terîqata Nakşîbendî Seyda Mela Mahmut Aksanê birayê Seyda Şêx Îzeddîn Aksanî li Mekkê di encama qezaya ku kir de jiyana xwe ji dest da.

Gor agahiyên hatine bidestxistin Seyda Mela Mahmut Aksanê ji bo ku Meha Remezanê li Umrê derbas bike çû Mekkê. Seyda Aksanê ku li vir îbadetên xwe pêk dianiya qeza kir û bi şiklekî giran birîndar bû. Piştî qezayê Seyda Aksan rakirin nexweşxanê.  

Aksan nêzê 2 heftiyan di nexweşxanê de ma. Lê digel hemî midaxalayan jiyana xwe ji dest da. Hat ragihandin ku dê cinaze li Mekkê were definkirin.

Seyda li navçeya Curnê Reşê (Hilvan) ya Rihayê di Taxa Hesenikê de melatî dikir. (ÎLKHA)


 







Bu haberler de ilginizi çekebilir