• DOLAR 32.324
  • EURO 35.087
  • ALTIN 2299.689
  • ...
Ji bo ku rojî bigirin bişev dixebitin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li navçeya Kanîreşa Çewlîgê karker ji bo ku di Meha Remezanê de rojî bigirin bişev dixebitin û biroj jî ji ber ku germ e îstirahet dikin.

Li navçeya Kanîreşê gelê ku di înşeatan de dixebitin ji ber ku di Meha Remezanê de hewa germ e bişev dixebitin û biroj jî li malê wextê xwe derbas dikin.

Nişteciyên navçeyê yên ku di înşeatan de dixebitin destnîşan kirin piştî ku ew difitirin heta nimêja sibê dixebitin. Kakeran diyar kirin ku ji bo ku ji îbadet û xêra Meha Remezanê mehrûm nemînin ew bişev dixebitin û biroj jî îstirahet dikin. Ji karkeran Eyyûb Bel wiha axivî: “Ji ber ku Meha Remezanê hat me wek karker biryar da ku em bişev bixebitin. Ji ber ku dê em rojî bigirin xebata nava rojê ya ber tavê gelek zehmet e. Piştî ku em bi hevalên xwe re fitara xwe vedikin em di nabeyna taxan de parke bi cî dikin. Em dûvre ji nimêja sibê heta wextê îftarê bêhna xwe didin.(ÎLKHA)


 











Bu haberler de ilginizi çekebilir