• DOLAR 32.547
  • EURO 34.897
  • ALTIN 2441.096
  • ...
Li Girtîgeha Bandirmayê paşîvê  nadin mahkûman
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

 Hat hînbûn li Girtîgeha Tîpa Tyê ya bi nimreya 2an a Bandirmaya Balikesîrê di meha Remezanê de paşîv ji mahkûmên ku rojî digirin re nayê dayîn.Mahkûmên ku li girtîgeha ku qala wê tê kirin radizin vê yekê xeber dan naskirîyên xwe.Naskiriyên mahkûman piştî ku bûyerê hîn bûn re bang li Wezareta Edaletê kirin da ku bi vê meselê eleqedar bibe.

Li wargeha girtîgeha ku qala wê tê kirin tevlî personelan nêzî 3 hezar mehkûm dimînin di wargehê de yek jê vekirî tevde 3 girtîgeh hene.

Mahkûmên ku di girtîgehê de dimînin diyar dikin ew bi dileke rihet wê rojiya ku ji mu’mînan re hatiye ferzkirin nikarin bigirin.

Mahkûm çendîn car teleba paşîvê kirine lê tu birêkûpêkkirin nehatine kirin

Ehmed Arslanê ku ji ber nasnameya xwe ya Îslamî ev çendîn sala di girtîgehê de ye mijara ku qala wê tê kirin bi rêya nameyekê ji ÎLKHAyê re anî ziman.Arslan di derbarê mijarê de diyar kir ew berî niha li Bûrsayê di girtîgehê de maye lê di meha Remezanê de rasta pirsgirêkekê bi vî awayî nehatiye û di nameya xwe de wiha diyar kir “Me li Girtîgeha Bandirmayê jî dilekçe da.Lê di vî warî de tu gav neavêtin û di ser de jî wek cewabê ji me re vê yekê gotin ‘Xwarin ji girtîgeha vekirî tên, tu tişt ji destên me nayê.”

“Xwarina paşîvê di wextên nîvrokî de tên”

Arslan di mektuba ku şandibû de diyar kir xwarina paşîvê di wextên nîvrokî de tê û wiha pê de çû: “Xwarinên ku dişînin ji ber rojên dirêj dicemidin û em firsedê nabînin ku germ bikin.Ez bang li rayedaran dikim. Ew rayedar  dikarin digel malbatên xwe li gor dilên xwe xwarinên xwe yên germ bixwin.Ji bo ku em jî karibin îbadeteke mîna rojiyê bi rihetî bi cî bînin talîmateke wan bas e. Mislimanek heger ku li welateke misliman  nikaribe îbadet û taatên xwe eda bike ew ê karibe li kû derê bike.Ez  ji bona bi vê meselê eleqedar bibin ji raya giştî re pêşîwazî dikim.”

 “Ji bo rojî negirin zilm li wan tê kirin”

Xiyasettîn Aslanê ku lawê Ahmet Aslan e bang li kesên rayedar kir  û wiha axivî: “Ez dixwazim bang li Midûrtiya Girtîgehan û Wezareta Edaletê bikim.Heger ew dikaribin rabin pêşîvên xwe bi şikleke germ bixwin, pêwîst e kesên ku di girtîgehê de dimînin jî weke wan karibin xwarina germ bixwin.Cezayeke din çawa ji mahkûman re layiq dibînin.Ji bona ev kesên ku ji ber nasnameyên xwe Îslamî têketine girtîgehê rojî negirin çi ji destê wan tê dikin.Em dibînin ji bona ku ew rojiyê negirin zilm li wan tê kirin.”

“Ew di wî halî de ne, em ê çawa di malên xwe de xwarina germ bixwin”

Aslan di berdewama axavtina xwe de diyar kir  “Ew di wî halî de ne, em ê çawa di malên xwe de xwarina germ bixwin.Dema ku em destê xwe dirêjî şorbê dikin ji qirika me naçe xwarê.”

“Dema ku me ewil bûyerê bihîst  me ji xwe re got di donema vê hikûmetê de tiştekî wiha nabe”

Abduselam Kurtê ku lawê Ehmed Kurt e di derbarê bavê xwe yê ku li heman girtîgehê dimînê de diyar kir bavê wî di telefonê de jê re gotiye ku xwarina wan a paşîvê di wextên nîvrokî de ji wan re tê  û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dema ku em pê hisiyan me bawer nekir. Me ji xwe re got di donema vê hikûmetê de tiştekî wiha nabe.Lê  dema ku em çûn hevdîtinê mahkûman tevan vê îddîayê piştrast kirin.Fîravîna êvarî berî wextê fitarê seatekî zû tê.De hayde me vê yekê fêm kir, mahkûm bi şiklekî îdare dikin.Lê nanê paşîvê berî wextê xwe rojekî tê.Ew nanê ku tê jî ji ber ku derfet nîne mekqûm nikarin germ bikim.Ji ber vê yekê jî ew nan nema tê xwarin û mehkûm mecbûr dimînin bênan û nêxwarin rojî bigirin.Ev bûyer li wê siyaseta ku hikûmet  li meydanan dike nayê”

Di derbarê mijarê de me bi îdareya girtîgehê re li ser telefonê axivî.Îdareya girtîgehê diyar kir  li girtîgehê taştê di seat 08.00an de nava roj di seat 11.30an de û fîravîn jî di seat 18.00an de ji mehkûman re tê dayîn.(ÎLKHA)

















Bu haberler de ilginizi çekebilir