• DOLAR 32.384
  • EURO 35.005
  • ALTIN 2326.163
  • ...
Hewldana hosteyên bêjîngan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mehmet Eşkîlerê 46 salî diyar kir ku bi pêşveketina teknolojiyê re karê bêjîngê hêdî hêdî tê jibîrvekirin. Her wiha Eşkîler diyar kir ku ewil gundiyan jibo ku kevir û cismên din ji nav dexlê xwe derêxin bêjîngan bikar dianîn.  

Ji esnafê Çarşiya Sifran a Entabê Mehmet Eşkîler ragihand ku li Entabê bes li 2-3 deran ev kar tê kirin û ev kar bi ji holê rabûnê re rû bi rû maye. Eşkîler diyar kir ku heke ev kar wiha bidome dê tu kesê ku vî yekê bike nemîne.

Eşkîler di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ku ew wek esnaf hewl dide ku vê karê bidomîne. Dûvre Eşkîler axavtina xwe wiha domand: “Roj bi roj rewşa me ya aborî xerab dibe. Karê me kevnar bû. Kesê ku bêjîngê distîne û difroşe nemaye. Karê me roj bi roj tê jibîrvekirin. Ez vî karê nikarim bi lawê xwe jî bidim hînkirin.”

Eşkîler diyar kir bi derketina makîna dirûnê û teknolojiyê re êdî di gundan de îhtiyac bi bêjîngan nemaye. Eşkîler wiha li axavtina xwe zêde kir: “Berê ji bajarê rojava û rojhilatê bêjîngên ardê dihatin sitandin. Niha bes mişteriyên me yên bajarê rojhilatê distînin. Lê di bajarên herêma rojhilatê de jî bikaranîna rêjeya bêjîngan ji sedî 70 sekiniye.”

 “Berê mirov nedikariya di vî bazarê de gav biavêta”

Eşkîler bal kişand ew ji bo ku karûbarê bav û kalên wî were domandin karê bêjîngê dike. Eşkîler wiha pêde çû: “Ji xwe niha karê me sekiniye. Karê me ya berê ya ku dan û sitandin çêdibû nemaye. Berê mirov nedikariya di vî bazarê de gav biavêta. Rojên şemî ji bajarên şerqê tomerîfiroş dihatin. Niha bes turîst tên. Berê me wek rojane 300-500 bêjîng difrot. Lê niha 500 bêjîng di 2 mehan de diçe.”

 “Berê karê me ji ber gundiyan baş bû”

Eşkîler belav kir ku berê têkiliyên wan ên bi gundiyan re baş bûn. Dûvre Eşkîler wiha dawî li axavtina xwe anî: “Berê karê me ji ber gundiyan baş bû. Berê qutiyên dims û rûnê habûn. Niha ji van qet nemaye. Lewra teknolojiyê têka me bir.” (ÎLKHA)  













Bu haberler de ilginizi çekebilir