• DOLAR 32.544
  • EURO 34.884
  • ALTIN 2425.774
  • ...
Feryada alîkariyê ya zaroka ku dûçarê gireya demarê bûye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Êlihê di Taxa Korîkê de Sedat Bîtmîşê 14 salî yê ku dûçarê nexweşiya ‘Sendroma Sturge Weber a Tîpa 2’ bûye çendîn sal e ku bi nexweşiya xwe re micadele dike. Ji bo dermenkirina vî nexweşiyê 125 hezar TL hewce dike.

Sedat, bang li rêvebir û xêrxwazan kir ku ew wekê her zarokan dixwaze ku bireve û bilîze. Ji ber vî yekê wê diyar xwest ku mesrefê wî ya tedawiyê were temînkirin.

Bav Ahmet Bîtmîş diyar kir ji ber ku nexweşiya lawê wî yê Sedatê xwendekarê pola 7 emîn zêdetir bûye ew mecbûr maye ku navber bide perwerdehiyê. Her wiha bav diyar kir ku tedawiya vê nexweşê bes li Stenbolê di nexweşxanekî taybet de wek 2 sal didome û ji bo vî yekê jî ji wan 125 hezar TL dixwazin.

Bav Bîtmîş diyar kir ku rewşa wî ya ji aliyê aborî ve tune. Ji ber vî yekê wî bang li rêvebir û xêrxwazan kir ku alîkariya wî bikin da ku lawê wî baş bibe.

“Xwêda vê derdê nede tu kesî”

Bîtmîş diyar kir ku ji bo vê nexweşiyê çûye gelek deran lê alîkarî hilnegirtiye. Dûvre Bîtmîş wiha axavtina xwe domand: “Xwêda vê derdê nede tu kesî. Lawê min ji roja ku hatiye dinê heta îro nexweş e û ev 8 sal e ku em bi d erfetên xwe lawê xwe derman dikin. Heta niha me ne ji dewletê ne jî ji xêrxwazan alîkarî nesitandiye. Niha jî divê ku li Stenbolê di nexweşxanekî taybet de were tedawîkirin. Ji bo vî yekê jî 125 hezar TL hewce dike.”

Bîtmîş destnîşan kir ku ew bi meaşê xwe ya astengdariyê debara xwe dikin. Dûvre Bîtmîş wiha bang li rêvebiran kir: “Ez ji Serokkomar, Serokwezîr, Wezîrê Tendirustiyê û rêvebiran dixwazim ku lawê min were tedawîkirin. Ez parsek nînim. Bes ez dixwazim ku lawê min were tedawîkirin. Derfetên min tune ku ez lawê xwe tedawî bikim. Nexweşiya lawê min cidî ye. Heke derfetên min hebûya min ne alîkarî ji dewlet ne jî ji gel dixwest. Xetera jiyana lawê min heye.”

“Ez dixwazim baş bibim û bilîzim”

Sedat Bîtmîşê ku ji ber nexweşiya xwe lîstik nalîze diyar kir ku ew dixwaze baş bibe û bi hemsaliyên xwe re bilîze. Dûvre Sedat wiha axavtina xwe domand: “Ev 8 sal e ku ez nexweşim û ji bo tedawiyê diçim Stenbol û têm. Ez dixwazim ku demildest baş bibim û lîstik bilîzim. Ez ji rêvebiran dixwazim ku ji bo tedawiyê alîkariya min bikin.” (ÎLKHA)


 

















Bu haberler de ilginizi çekebilir